Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Rîksdag, bi Qurana pîroz hat vekirin!

Hat weşandin tisdag 18 september 2007 kl 17.29

Parlamentoya Swêdê îro bi xwendina Qurana pîroz hat vekirin. Imam Abd Haq Keilan li Dêra mezin a Stockholmê, ku parlamenter îro ewil li wir civiyabûn, sûraya yekem a Quranê Kerîm xwend. Ji ber vê yekê îro weke rojekî dîrokî tê nirxandin.

Parlamentoya Swêdê Riksdag îro bi axaftina Qralê Swêdî Carl Gustavê XVI hat vekirin. Qralê Swêdî li ser gelek babetan rawestiya lê mijara ku wî herî girîng didît pirsa diyalogê bû. 

- Tu car di dîroka mirovayetiyî de gel û neteweyên cîhanê bi qasî îro hewceyên hevûdû nebûne. Ji bo vê yekê gelek girîng e ku serokên cîhanê diyaloga di nav xwe de zindî bigrin, bi armanca ku em karibin wan sînorên ku bi olên cûda, çandên cûda û paşeroja dîrokî yên cûda çêbûne derbas bikin û rezgirtina li hemberî hev biparêzin, got qralê Swêdê.

Lê çênd saat berya ku Qralê Swêdî parlamento bi awayek fermî veke li Dêra Mezin a li Gamla Stan a Stockholmê merasimek olî hat çêkirin. Lê Dêra Swêdê îsal gavek dîrokî avêt û cara yekem îmamek musluman û kantorek yahûdî jî vexwendin merasima ku kevneşopiyek vekirina Riksdagê ye.  Îmam Abdhaq Keilan ku sûre ya yekem a Quranê xwend dibêje: 

- Ev demekê ye ku di navbera me û Dêra Swêdê de diyalogek heye ku musluman, xiristiyan û yahûdiyên li vî welatî karibin bi awayek aşîtiyane li kêleka hevûdû bijîn, dibêje îmam Keilan. 

Åke Bonnier, papazê Dêra Swêdê dibêje yê ku pêşniyaza vekirina merasima olî ya bi Quranê Kerîm ji wî re anî dîrektorê Riksdag a Swêdê bûn û wan jî ev tişt di cîh de dîtin.

- Helwesta min a bingehîn ew e ku tenê xudayekî heye û xuda xuda ye. Lê piştre em bi awayên cûda derdikevin huzura xuda û em wî bi awayên cûda fam dikin. Em sisê olên cûda ne, em naşibin hev. Ji bo me xiristiyanan Îsa xwedî rolek navendî ye û ji bo muslumanan jî Muhammed xwedî cihek navendî ye, dibêje papazê dêra Swêdê Åke Bonnier.  

Îmam Abd Haq Keilan dibêje vexwendina wî ya merasima îro qebûlkirina hebûn û mafên muslumanên Swêdê ye.

- Ev qebûlkirinekê ye ku êdî musluman jî parçeyek ji Swêdê ne. Ji bo vê yekê ew gelek kêfxweş e ku bi sûraya yekem ku Quranê Kerîm pê re vedibe bi heman Sûreyê riza xwe dibe vekirina Rîksdaga Swêdê, Riksdagê, dibêje îmam Keilan

Serok-wezîr Fredrik Reinfeldt piştî vekirina parlamentoyê bernameya hukumetê ya ji bo sala pêş me pêşkêş kir.

- Aboriya Swêdê xurt e û pêwîste di pêşerojê de jî ev xurtbûn berdewam be ku em karibin xizmetê bidin nufusa Swêdê ya extiyar dibe, pirsên klîmat û hawîrdorê çarerser bikin û di reqabeta navnetewî de bi serkevin, got Reinfeldt.

Serok-wezîr Fredrik Reinfeldt dibêje rewşa Swêdê baş e û ji bo ku mirovên bêkar teşwîqê bazara kar bikin û mirovên kar dikin karibin destheqa xwe wergirin ewê bac kêmtir bikin.

- Ji serê sala pêş me ve dê baca mirovên bi hatina kêm û navîn bi derdora 1000 kronî were kêmkirin.

Lê şîrovegerên siyasî ne bawer in ku alîkariya ji bo hukumeta nû, ku di lêkolînên raya gîştî yên dawî de kêm bûye, bi bêtir kêmkirina bac were xurtkirin. Profesorê siyasetê li zaningeha Stockholmê, Tommy Möller, dibêje;

- Gelê Swêdê hîna jî xwe ji bin bandora sîstema sosyaldemokrat xelas nekiriye. Ew kêmkirinên bac ên vê salê tu tesîrek xwe li ser piştgiriya mirovan tunebû û dibe ku kêmkirina bac bi çend kronên din jî tesîrek neke.

Zana Serin

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".