Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
ئاگاداری! لە ناوچەی کرونوئۆسەن ئاگرێکی بەهێز کەوتۆتەوە

şirketên swêdî tên tehdîd kirin ji aliyê grûpên islamistên çekdar ve.

Hat weşandin onsdag 19 september 2007 kl 16.22

Şirketên mezin mîna SAS, Arla, H&M, Alfa Laval û kanala televisiyonê TV4.

Telefisiyona swêdê beşê nûçeyan , Raport daxwiyaniyek da, ku Logotîp, navnîşan û nexşên van şirketan hatinin weşandin di malperên van grûpên islamî de.

Ji endamên xwe dixwazin ku van şirketan boykot bikin yan jî heyfa xwe hilînin.

Rêxistineke amerîkî ya bi navê SITE Institute, van grûpên teroristî çavdêrî dike ser internetê û ewin yên ev lîsteya şirketên swêdî yên hatinin tehdîd kirin pêşkêş kiriye.

Ev yeka jî destpêkir ji weşana wêneyên kaîkatêrîstê swêdî Lars Vilks, yên ku pêximber Muhamed bi awayekî karîkatîrî diyar kiriye bi awayê kûçikekî.

Ev tehdîdên nişkegavî bû bo van şirketan.

Christine Gunnarsson, sereka çapemeniyê ya şirketa ABB dibêje ji Raport re

- Ez bi vê nehisiyame , eger wisa be gerek em vê yekê şîrove bikin û agahdarên gavê pêşketina wê be her dem .

Bertil Ternert, serekê agahdariyê li şirketa SAS ji Rapport re dibêje:

- gava agahiyên bi vî awayî ji me re tên, em herdem rûdinin bi polîsan re û wan agahdar dikin bi agahiyên li ba me, û paşî dibe karê polîsan bi xwe bo ku encamên vê meselê binerxînin.

Pisporekî pirsên girêdayê terorîstan, Mohammed Hafez li zanîngeha Missouri , dibêje ku bi zehmete bo şirketan ku xwe biparêzin dijî terorîsmê.

- Ev yeka li cihanê hemûy peyda dibe û li deverên ku belkî mirov zêde ji wan hez nekin. Hindek ji van şirketan baş dikin ku asayişa xwe zêde dikin di demeke kurt de. Kesên ku di bin tahdîda wan de ne, gelekin, ji ber wê jî di rastiyê de nemumkine ku herkes bên parastin.

Serok wezîrê swêdê Fredrik Reinfeldt van tehdîdan bi awayekî cidî lê dinere.

- Ez herdem bi cidî li tehdîdan dinerin, ew kesên ku bang dikin bi navê bikaranîna zoriyê, bêhtirînê caran di pêşbînîyên xwe de rast derketin, bi awayekî ne li bala wan de. Ezê bi berpirsiyariya xwe rabim, bo ku hewl bidim dijî vê yekê bisekinim û reca dikim ji wan kesên ku bi navê zoriyê bang dikin, yan jî bi hêzên girêdayê wê, ku dengê xwe nizim bikin. Vê dextê kêmtir bikim bo ku em nekevin pêşveçûneke dijwar de, ku ji nuha de riskek bo wê heye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".