Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Butça nû ya Swêdê: hedef kêmkirina bêkaran e!

Hat weşandin torsdag 20 september 2007 kl 14.03

Pêşniyaza butçeya hikûmeta Swêdê ya ku îro hat pêşkêşkirin alîkariya ji bo mirovên bêkar ji xwe re dike hedef.

Mirovek ku îro dest bi wergirtina pareyê kasaya bêkariyê A-kassa bike 5 rojên ewil nikare pare wergire. Jê re bi Swêdî dibêjin, Karensdag. Di butçeya payîzê de hukumeta partiyên burjuwa jimara van rojên mirov nikare pare wergire di şûna 5 de dikin 7 roj.

Her weha hukumet derfetên wan mirovên ku parwext kar dikin û di heman demê de ji kasaya bêkariyê pare werdigrin jî, dê bi sînor bike. Ji sala pêş me û pê ve dê hukumet tenê 75 roj pareyê A-kassa bide mirovên ku parwext kar dikin.

Li hêla din, mirovên ku xwedî zarokên binya 18 salî ne dê karibin demekî dirêjtir pare ji kasaya bêkariyê wergirin, bi gîştî 450 roj.

Her weha ji mirovên parwext yên bêkar ku xwedî zarok in dê hukumet bi rêya tedbîra ku jê re dibêjin ”garantiya kar û aktîvîteyê” bêtir derfetên kar kirinê  pêşniyaz bike.

Heta îro, ji ber bilindkirina berz ya endametiya di kasaya bêkariyê de, rexneyên tund li hukumetê hatiye girtin. Niha dê hîn ji endametiyan hinek werin kêmkirin. Bi taybetî jî di wan branşan de ku bêkarî lê kêm in.  

Herweha di butçeya hukumetê de tê gotin ku niha îmkanên peydakirina kar li Swêdê gelekî zêde bûne. Hikûmet bawer e ku dê jimara bêkaran sala pêş me dakeve ji sedî 4’î. Ango bêkariya herî nizim ji destpêka salên 1990î.

Lê partiyên muxalefetê, Sosyaldemokrat û Partiya Çep rexneyên giran li butçeya hukumetê wergirtin. Wezîrê aboriyê yê berê Pär Nuder dibêje hukumet ji bo ku kêmkirina bacan fînanse bike rewş xizanan xerabtir dike.

Zana Serin, Zayele

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".