Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Bersiva lez ji bo penaxwazên ji Îraqê

Hat weşandin tisdag 25 september 2007 kl 15.13

Penaxwazên ji Îraqê dê di nava dido hefteyan de karibin bersiva mafê rûniştinê li Swêdê wergirin, di şûna ku weke îro şeş meh li benda bersivekê bin.

Daireya penaxwaziyê Migrationsverketê bi vê armancê grubek taybetî saz kiriye ku dê gavek zûtir serlêdanên penaxwazan bigrin dest. Berpirsê vê grubê jî Per Lohman e. 

- Gelek ji wan kesên ku ji îraqê tên, ango ji sedî 75, mafê rûniştina li Swêdê werdigrin. Ji ber vê yekê di cîh de ye ku mirov bi awayek leztirîn bi serlêdanên wan re kar bike. Elbet hem qezenca wan şexsan û ya civakê gelek mezintir dibe heger mirov karibe di şûna 200 rojî di nav 14 rojî de di derbarê serlêdanên wan de biryarek wergire, dibêje Per Lohman, berpirsê gruba taybetî ku dê ji bo leztirîn biryardana serlêdanên penaxwazên ji Îraqê kar bike. 

Gruba taybetî ya Îraqê ku li Migrationsverketê hatiye sazkirin ji zêdeyê 20 dabêşnêran (handläggare) pêk tê û di meha mijdarê de dest bi xebata xwe dike. Ji bo fînanskirina vê grubê Migrationsverketê serî li alîkariya aborî ya Yekîtiya Ewropayê jî daye. Lê, biryar hatiye dayîn ku bêyî li benda Yekîtiya Ewropa bibin jî dest bi xebatê bikin. Ev gruba taybetî dê tenê wan serlêdanên ku bi awayek zelal mafê rûniştinê heq dike bigrin dest. Lê ji bo ku mirov karibe biryarek pozîtif wergire divêt ev sisê şert bicîh werin. 

- Pêwîste her mirovekî ku serî li mafê penaberiyê dide sedemên xwe yên şexsî hebin, dibin zilm û taqîbatê de be û nasnama wî zelal û rêk û pêk be, dibêje Per Lohman.

Ew mirovên ku van şertên migrationsverketê bi cîh bînin dê karibin di nav 14 rojan de mafê rûniştinê, bersivek pozîtif wergirin. Serlêdanên kesên din ên li derveyê van krîteran tê şandin ji bo dabêşnêrên kul i migrationsverketê asayî kar dikin. Bi vî re barê wan jî tê sivikkirin. Gruba taybetî ya ji bo lezkirina pêvajoya serlêdana mafê penaberiyê metodeke nû ye û fikir heye ku ji bo pêşerojê di rewşên penaberiyên girseyî li Ewropayê were bikaranîn. Lê hîn rîskên vê metodê jî hene bi ya Per Lohman. Heger lehiya penaxwazan ya ji Îraqê kêm bibe dê ew pareyên ku razandine vê rêbaza nû bê sebeb hatibe serfkirin. Lê niha tu îşaretek kêmbûna jimara penaxwazên ji Îraqê nîne. Her meh hezar û pêncsed kesên nû têne Swêdê. Niha derdora 10 hezar kesên ji Îraqê li benda bersivekê ne. Fikiri ew e ku serlêdanên nîvê ji vana ji aliyê gruba taybetî ya Îraqê ve were lênêrîn. Bi ya Per Lohman rîska vê sîstema nû ew e ku gelek kes dikarin teşwîq bibin ku belgeyên sexte bikirin.

- Mixabin her kes agahiyên rast nade me. Û ev bi xwe rîskekê ye. Lê aliyên pozîtîf ên vê sîstemê ji qelsiyên wê baştir in, dibêje Per Lohman ji Migrationsverket.

Zana Serin

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".