Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Alîkariya sosyalê kêmtir dibe!

Hat weşandin tisdag 2 oktober 2007 kl 16.48

Şert û qaîedeyên ji bo wergirtina alîkariya sosyalê, Socialbidrag, li Stockholmê tundir dibe. Pareyê ji bo Qerta SLê tê qutkirin û alîkariya ji bo lênêrîna diranan ya acîl tê zehmetkirin.

Meclîsa şaredariya Stockholmê, ku piraniya wê di destê partiyên burjuwa de ye, biryarên prensîbî wergirt û bi vî re alîkarîya sosyalê kêm bikin.

Li gorî biryarên prensîbî yên rêvebiriya burjuwa ku meclîsa şaredariya Stockholmê qebûl kir, wergirtina pareyê ji bo kirîna qerta SLê hema hema ji holê radibe. Herweha dê mirovek ku ji sosyalê alîkarî digre dê zehmetir karibe ji bo lênêrîna acîl ya diranan pare wergire. Wekî din pêwîst e mirovên ji sosyalê pare werdigirin amade bin ku li herêma Mälardalenê, ango li bajarên li dora Stockholmê jî xebat bikin heger derfeta kar ji wan re çê bibe. Wekî din divêt Rêvebiriyên semtan, stadsdelsnämnd, bêtir alîkarî bidin mirovên ji sosyalê pare werdigrin ku ji bo kar mala xwe bar bikin.

Lê li hemberî van biryarên prensîbî gelek nerazîbûn hene. Yek ji wan yê Mehdî Oguzsoy e, encûmenê Partiya Çep di şaredariya Stockholmê de:

- Ev biryarên hatine qebûlkirin cezakirina mirovên xizan û wan kesan e ku nikarin kar peyda bikin, dibêje Oguzsoy.

Lê li hêla din, Abid Dündarê ji partiya gel a lîberal ku bi xwe di rêvebiriya şaredariya Stockholmê de cîh digre dibêje ev biryarên dawî baş in. 

- Armanca van biryaran rizgarkirina mirovan a ji pasifizmê ye. Pêwîst e, di vê konjuktura bilind de mirov fersendên derketina holê baş bikar bînin û ji xwe re di bazara kar de cihekê çê bikin, dibêje Dündar.

zana.serin@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".