Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

2 Cotmeh 2007

Hat weşandin tisdag 2 oktober 2007 kl 18.07

Di weşana îro de :

Şert û qaîedeyên ji bo wergirtina alîkariya sosyalê, Socialbidrag, li Stockholmê tundir dibe.

Meclîsa şaredariya Stockholmê, ku piraniya wê di destê partiyên burjuwa de ye, biryarên prensîbî wergirt û bi vî re alîkarîya sosyalê kêm kirin.

Ji partiya çep Mehdî Oguzsoy dibêje bi van biryaran re mirovên alîkarî digrin têne cezakirin. Lê ji partiya gel a liberal Abit Dündar, ku di rêvebiriya şaredariya Stockholmê de cîh digre, dibêje wan ev tedbîr ji ber kû mirovan ji jiyanek pasîf rizgar bikin wergirtine.

Gelo çima mirovên ixtyar dema ku taqauda xwe distînin, nikarin vegerin welatê xwe û li wêderê taqauda xwe wergirin. Di vê demê ev yeka tên şîrove kirin.

Ji serê salê de rewş bizehmetir bûye bo wan kesên ku ji welatên din in û bi mafê manê ne li welatê Swêdê, bo wergirtina karteke nasnameyê . Sedema vê yekê jî ewe ku Svenska Kassaservice qanûnên xwe şidandinin. Kartên kontant yên belediyan kare çareserkirinek be.

Li fuara pirtûkan li bajarê Göteborg ê gelek babetên balkêş hatin munaqeşe kirin , bi taybetî babetên aktuel û grêdayê vê dema me. Mîna internetê.

Internet, ne tenê îro lê ev demeke dirêje balkêşiya mirovan kişandiye xwe, yeka ku nuha bêhtir û bêhtir tên ser axaftin, bikaranîna zarok û ciwanane bo internet.

Em karin rojane bixwînin di vê dema me de bê çawa zarok tên xapandin ser internetê û malperên cuda de û dikevin bele û derdên dijwar de. Lê gelo ma internet tenê xirabe û bitirse bo zarok û ciwanan?

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".