Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Nêçîra Migrationsverketê ya xaniyên ji bo nûhatiyan

Hat weşandin onsdag 3 oktober 2007 kl 16.05

Tu car bi qasî îsal ewqas jimarek mezin penaxwaz nehatine Swêdê. Ji ber vê yekê Daîreya bilind a penaberiyê Migrationsverket di warê peydakirina mal û xanî de zehmetiyên mezin dikşîne.

Gelek penaxwazên vê dawiyê hatine Swêde li motell û havîngehan hatine bicîhkirin. Yek ji wan penaxwazên nû hatiye Swêdê, Bermam Emir Azizê ji Îraqê ye û li havîngehek di navbera bajarên Bollnäs û Söderhamnê de dimîne 

- Li vir gelekî xweş û tenha ye. Mirovên li derdorê gelekî baş in, dibêje Bermam Azîzdi di derbarê havîn geha Glössebogårdena ku ew lê dimîne.

Ji bo wî her weha ne xem e ku ew odeyek bi sê kesan re parve dike.

- Min hezdikir ez di odeyek de bi serê xwe bimînim. Lê ez rewşê fam dikim. Ji ber ku niha gelek penaxwaz têne Swêdê, dibêje Bermam Aziz.

Ne tenê li bajarê Söderhamnê, herweha li Falkenberg, Borås, Skellefteå û Bodenê jî Daîreya bilind a penaberiyê Migrationsverket li motell û havîngehan ode kirê digre. Per-Erik Bjurholt yek ji şefên li Migrationsverketa  Bodenê ye û dibêje:

- Ji destpêka havînê ve lehîya penaxwazên nû berdewam e û her çendî diçe jimara nûhatiyan zêde dibe. Ji ber vê yekê xanî û malên me bes nînin.

Jimara penaxwazên nû van hefteyên dawiyê zêdebûne – niha di navbera 800 û 850 kes her hefte têne Swêdê. Ji ber vê yekê li gelek bajaran tengasiyek mezin heye. Li bajarê Helsingborgê rewş ewqas giran bûye ku dê gelek malbat li salonên mezin ên razanê, li ser doşekan werine razandin. Dan Eliasson dîrektorê gîştî yê Migrationsverketê ye.

- Sîstema me ya pêşwazîkirina penaxwazan ketiye nav tengasiyekê. Ew xaniyên di destê me de hebûn hemû dagirtî ne. Pêwîste em ji bo nûhatiyan cihê mayînê peyda bikin, dibêje Dan Eliasson.

Îsal hetanî niha bi gîştî 27 hezar mirov li Swêdê serî li mafê penaberî û rûniştinê dayî ye. Sala çûyî ev jimar 24 hezar bû. Û Bermam Emir Azîz bawer dike ku dê ji Îraqê hîn bêtir penaber werine Swêdê.

- Ji ber ku Îraq welatekî wêrankirî ye û tu mirovekî li wir ewle nîn e, dibêje Bermam Emir Aziz.

Zana Serin

zana.serin@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".