Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Pednaber û rewşa kar

Hat weşandin onsdag 3 oktober 2007 kl 16.27

Nuha tên gotin ku ew kesên daxwaza rûniştinê kirinbin û reda wan hatibe, mecbûr dibin dest ji karê xwe berdin, di her demê de jî ne belediye û ne jî hukûmet bi berpirsiya xwedankirina van kesan radibin.

Saziya koç dibêje ku berpirsî di destê, belediyan de ye û beledî jî berpirsiyê davêje ser milê hukûmetê.

Wezîrê koç Tobias Billström sîstemê ronî dike derbarê bê çawa ev penaber wê xwe bi xwedan bikin di hevpeyvïnekê de bernama P1 de di radiyoa swêdê de :

- Ew dibêje ku berpirsiyariya belediyê ye û ji aliyê qanûnê de jî ev yeka diyar kirî ye. Derbarê vê yekê jî nediyar bûn nînin di qanûndananê de.

Wê ev pere bên dan bo belediyan, yên ku bernameyekê birêve dibe derbarê agahdariyên bingehî û destpêkî di civakê de, ev li gor planên danasînê.

Tobias Billström, wezîrê koç, dibêje ku her beledî û prensîpên wan yên cuda hene, hindek ji wan hilbijartinin ku berdewam bin bi dana peran bo penaberan, bi alîkariya perên alikariya danasînê, û hindek beledî jî hene ku tenê 70 kronî rojane didin peneberan , mîna alîkariyeke acil ”nödhjälp”, tenê botêra xwarin.

- Rewşa van mirovan ewe ku biryara reda wan hatiye û dive ji welatê swêdê derkevin, û mesele ne ewe ku bimînin, lê ji welatê me derkevin. Ji aliyê saziya koç de jî û li wêderê berpirsiyariya hukûmetê jî ku, zû van kesan bi rêvebibin û wan ji welat derxînin.

Wezîrê koç dibêje jî di hevpeyvïna ku îro sibehê li dar ket di studiyoa P1 de û gelekî germ bû, got ku mesûliyet ya van kesan bixwe ye jî, û ewe ku ta zû ji wan be ji swêdê derkevin.

Ew dibêje ku ev beşeke ji sîstema me ya penaberiyê ye, ya rojnemevan gotina wî birî û got ku, piştî wergirtina biryara reda penebaran , ew nikarin li swêdê kar bikin, lê eger ev biryara reda wan bi gelek heyvan dereng bibe , wê çima nikarin kar bikin û xwe xwedan bikin, wekî berî kirin û dixwestin bikin.

Bersiva wezîrê koç Tobias Billström , ew bû : Em naxwazin hêzên kar yê koçkirî bo swêdê  û kesên daxwaza penaberiyê dikin. Eger ev kesana karin xwe xwedî bikin bi karên xwe , wê demê wê êdî nema bixwazin des tji swêdê berdin.

Eger mirov sîstemeke bi vî awayî lê bike, bi dîtina min kêmberpirsiyarî ye.

Beledî nuha wê alîkariya danasînê bikar bînin bo pera bidin penaberên ku biriyara reda wan hatiye, ji bo xwarin û cihê rûniştina xwe pê bidin.

Derbarê vê şîrovê me bi Vinware , peyîvîn, penaberek bikar û yê nuha jî tên xwestin ku dest ji karê berde.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".