Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

3 COTMEH 2007

Hat weşandin onsdag 3 oktober 2007 kl 17.34

Tu car bi qasî îsal ewqas jimarek mezin penaxwaz nehatine Swêdê. Ji ber vê yekê Daîreya bilind a penaberiyê Migrationsverket di warê peydakirina mal û xanî de zehmetiyên mezin dikşîne. Gelek penaxwazên vê dawiyê hatine Swêde li motell û havîngehan hatine bicîhkirin. Yek ji wan penaxwazên nû hatiye Swêdê, Bermam Emir Azizê ji Îraqê ye û li havîngehek di navbera bajarên Bollnäs û Söderhamnê de dimîne.

Penaxwazên ku serî li mafê rûniştinê dan e û bersiva red wergirtine neçar in ku dev ji karê xwe berdin. Gelek kesên ku berya mafê rûniştinê wergirin kar dikirin ji ber vê yekê nikarin êdî xwe xwedî bikin. Di şûna wê re şaredarî û hikûmeta Swêdê alîkariya aborî didan wan. Lê niha hem şaredarî û hem hikûmet dibêje ew dê vê alîkariyê jî qut bikin.

L studyoya me jî penaxwazekî kurd heye, Heval, ji bajarê Hewlêrê ji başûrê Kurdistanê. Ew 31 salî ye û ev neh sal in ew ji Kurdistanê derketiye. Piştî seyehetekê dirêj wî xwe gihand Swêdê û malbata xwe ya li vir mafê rûniştinê wergirtibû. Lê tevî gelek salan hîna jî wî ev mafê ku dikare wî bi malbata wî re bike yek wergire. 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".