Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Diplom bo gernasên şerefê, Sharaf Hjätar.

Hat weşandin torsdag 4 oktober 2007 kl 15.43

Wezîra hevguncî û yeksanî , Nyamko Sabuni, diplom dide Sharaf Hjältar .

Sharaf Hjältar beşeke ji çalakiyekên Fryshuset, armanc ji vê brojeyê ewe ku alîkariya mêrên ciwan bikin ku dûr kevin ji çandên girêdayê namûs û şerefê yên patrîarkal.

Kesên bi vê çalakiyê radibin, îro diplom wergirtin bo keda karê xwe.

Wezîra hevguncî û yeksanî Nyamko Sabuni diplom belav kir ser 14 gernasên şerefê yên nû.

Nyamko Sabuni di axaftina xwe ya destpêkî de got, ez gelekî serbilindim û razî me ku li vê derê bisekinim û diploman bidim van mêrên ciwan yên biryara giring standin ku kar bikin bo mafên mirovatiyê û wekheviyê.   

- Karê ku Sharaf Hjältar dikin, biryardare bo em karibin rewşa bindestiyê û zoriya grêdayê şeref û namûsê kêmtir bikin, ji ber her çend parastin yan jî çalakiyên din hukûmet fînanse bike , her dîsan jî ya giring ewe ku mirov vî tîpê fenomênan pêşî lê bigre. Ji ber vê jî gernasên şerefê û karê wan cihê giranbuhayê ye û kêfxweşiyê ye.

Derbarê mezinbûna vê fenomênê di civakê de Nyamko Sabuni wilo got:

- Zaniyariya me kême derbarê hejmarê kesên di rewşeke girêdayê namûs û şerefê, hejmara kesên di vê rîskê de dijîn, bê çend kes bi pêwîstiya alîkariyê ne.

Ji aliyê hukûmetê de jî nuha, wê bi nêzîkatî li vê yekê wê binerin û bibîne bê mezinbûna wê çende.

Em hewl jî didin ku qanûn li gor tîpên mîna vê fenomênê durist bibin, wekî nimûne jî : Eger jinek ciwan berê xwe bide xizmeta civakî, socialtjänsten, tiştê yekem dikin piştî seredana wê, vegera bo malê û dêûbavan ji ber di vê rewşê de jî dêûbav karin yên sûcdar bin.

Nyamko Sabuni vedigere ser karê Sharaf Hjältar û giringiya karê wan ronî dike:

- Ew bi xwe ne eşkereyî ye, bi gotin mirov kare herdem bêje: Bele, eşkereye ku baweriya me bi civakeke wekhevî tê, lê ne gelekin yên bi awayekî aktîv kar dikin bo ku em bigihên civakeke wilo û bo her kesekî aktîv kar dike bo vê armancê , serbilinahiyeke ku diplomek bigihêje wan yan destê wî kesî bën hejandin, yan jî hema balkêşiyê nîşan bide ku kesên wilo jî henin.

Ferman Sadik, yek ji gernasên şerefê bû, Sharaf Hjältar, yê  ku diplomek wergirt ji wezîra hevguncî û yeksanî, Nyamko Sabuni. Ew gelekî kêfxweş bû û dibêje gelekî jî serbilind û raziye ku gelek kes li wê derê rêz û hurmet hemberê wî nîşan dan. Ew dibêje ku mirov nuha gernaseke.

Berpirsê vê projê bi xwe kurd e û navê Alan Alî ye. Ew behs dike bê çawa balkêşiya van gencên mêr dikşînin projeyekê mîna Sharaf Hjältar.

Ev gencên ciwan ne tenê wan dibînin û pasî yekser dest bi kar dikin, di vê projê jî de divêt bên perwerdekirin beriya ku derkevin kar.

Alan Alî dibêje jî ku carna awayê hizr û baweriya van ciwanan bi xwe kare be astengiyek be di vî karî de wekî dest pêk.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".