Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Îro 5 heyva cotmehê ye 2007

Hat weşandin fredag 5 oktober 2007 kl 16.21
Bilprovning

Di weşana îro de :

Di buceya alternatîv de ya socialdemokratan tên pêşniyar kirin ku peranber bên mecbûr kirin ku di belediyên taybetî de bijîn, di dema ku halîkariya danasînê wergirin, demek kare dirêj be ta du salan.

Sibe şemî öppet huse, yanî derîyê Bilprovning, testkirina siyaran vekiriye bo her kesî. Bilprovningen, cihê testkirina seyaran, dixwaze kar bêhtir bide kesên bi gelek zimanan zanin û jinan. Roja şemiyê, yanî sibe 6 ê heyva cotmehê , di navbera saet 8-14 deriyê Bilprovning vekiriye di cihê wan de li derdora Stockholmê li Rissne.

Dema fïlmkêşerê emerîkî Michael More çend sal berê diyar kir, ku ewê fîlmek dokumenterî li ser sîstema tenduristiya Emerîkayê çê bike , tirs û panîkek mezin ket dilê şîriketên sîgortayê, nexweşxaneyên prîvat û siyasetmedarên berpirsiyar. Gelo vî zilamê qelew dê ev car çi bike? Gelek nexweşxane û şîrketên sîgortayê wêneya Michael More li bekçî, resepsiyon û xebatkarên xwe belav kirin , ku wî nas bikin, wî ber nedin hundir û pê re qet hevpeyvîn çê nekin.

Le ew fîlm niha çê bû. Hevkarê me Zana Serin dûh êvarê çû temaşekirina fîlmê wî zilamî , ku xwe kiriye megafona qurbanên sîstema tendirustiya Emerikayê: SICKO

Heger hun difikirin di dawiya hefteyê de tiştek balkêş bikin dibe ku hun biçin serdana bazarak kevnefiroşiyê, bi swêdî dibêjin loppmarknad, ku navê xwe ji kêça digre.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".