Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Pêvajoya xelatên Nobelê destpêkir!

Hat weşandin måndag 8 oktober 2007 kl 17.39

Motîveya ji bo xelata tib an jî fizyolojiyê ya îro: ”bi rêya bikaranîna kokhucreyên embryonal prensibên nû ji bo guhertinên taybetî di genên mişkan de pêkanîne”...

Xelatgirên Tibb an jî Fîzyolojiyê îro ji aliyê Enstîtuya Karolînskayê ve hatin diyarkirin. Xelatgirên Îsalîn Mario Capecchi yê îtalî-emerîkî, Martin Evansê Britanî û Oliver Smithies emerîkî ji ber ku wan bi lêkolînên xwe ”bi rêya bikaranîna kokhucreyên embryonal prensibên nû ji bo guhertinên taybetî di genên mişkan de pêkanîne” ev xelat wergirtin. Ango wan teknîkek nû kifşkirine da mirov genên mişkan çawa dikare biguherîne. Ev kifşa wan ji bo peydakirina derman û tedawiyên nû gelekî serkeftî bûye û lêkolîner vê xebata wan, di teknîka genetîk de, weke şoreşekî dinirxînin.

Agahiyên ku dê laşê mirov çawa pêşkeve û biguhere di DNAya her însanî de nivisandî ye. Xelatgirên îro kifşkirine da kîjan ji genên mirovan dibe sedema nexweşiyên weke kanser, nexweşiya şekir, parkînson, alzaymer û her wekî din. Kapekî, Evans û Smities di saya lêkolîna xwe de kifşkirine ku mirov dikare wan genên ku rê li ber nexweşiyê vedikin bi kokhucreyên embroynal vemirîne û bi taqwiyekirina van kokhucreyan tevnên nû di laşê mirov de çêbike.

Gelo wateya kifşkirinên xelatgirên tibê Mario Capecchi, Martin Evans û Oliver Smities çi ne? Erna Möller li enstîtuya Karolînskayê professor e û kifşa wan wuha îzah dike:

- Wan tiştek gelek mezin kifşkirine. Tiştê ku wan bi hev re kirine ev e: di kodên genetîk ên mirovan de bi awayeke taybetî pêkanîna guhertinan e. Ji bo ku mirov karibe genekî biguherîne û yeka nû bicîh bike. Wan metoda ku mirov vê guhertinê çawa dike peyda kirine, bi rêya lêkolînên xwe yên li ser mişkan.

Ev her sê lêkolîner dê xelat ji deh milyon kronî di nav xwe de parve bikin.

Zana Serin

zana.serin@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".