Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

9 Cotmeh 2007

Hat weşandin tisdag 9 oktober 2007 kl 17.34
Peter Grünberg û Albert Fert

Xelata Nobelê ya Fîzikê çû ji 2 profesorên ku harddiskên datayan biçûk kirine. Xelatgir professor Albert Fert ê Fransî û professor Peter Grünbergê Almanî ne.

Motiveya xelatê ev e:”Ji bo kifşkirina mezin magneto resistans – giant megneto resistance”. Professor Fert û Grunberg vê teknîkê di sala 1988’an de ji hev cûda kifş kirin. Di saya wê de hard-diskên komputeran karîbûn hem biçûktir bibin û hem jî bibin xwedî kapasîte û hafizeyeke mezin. Piraniya wan komputerên ku em îro li malê xwe dikarin bikarbînin an jî laptop û I-Podên ku em li ser xwe digerînin di saya lêkolîna van herdû profesoran de ye. Ev teknîk derfet daye me ku em hecimeke mezin enformasyon li cihekê bicûk qeyd bikin û wê bikar bînin.Bi teknîka ”mezin magneto resistans” mirov dikare bi bikaranîna guhertinên gelek biçûk ên magnetik ferqiyetên mezin ên dijberiyên elektrîkî pêk bîne. Û ev sîstem ji bo xwendina enformasyonan ji hard-diskan gelek rêk û pêk e. Enformasyonên ku bi awayek magnetîk li harddiskan têne qeyitkirin qulipandinê ser cereyana elektirîkî. Teknîka wan yekser li cîhanê belav bû û ji sala 1997 ve di hemû komputerande bûye standart. Lê ev kifşa wan ne tenê di computeran de tê bikaranîn, herweha di gelek cîhazên elektronîk û di beşa tibbî de jî gelekî bikêr tê.

Hem li bazara kar û hem jî di bazara xaniyan de, navê biyan belayê serê wan e. Hevkara me Sukran Kavak me dibe saloneke Hunerê li Stockholmê, wê çi fam kir û dê bi we çi bide famkirin. 

... û li Studyoyê jî dê hevkarê min Hîwa Qadir bi nivîskarê kurd Aram Kakeyî Fellah re li ser pirtûka wî ya ku hefteya pêş me çap dibe diaxive.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".