Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

10 Cotmeh 2007

Hat weşandin onsdag 10 oktober 2007 kl 17.32
Rêwîtiyên di siya şer de

”Rêwîtiyên di siya şer de” navê seyehetnameyeke nivîskarek kurd û norveçî yê li Iraqê ye. Hawdem Saleh û Inger Östenstad li Îraq û Kurdistanê geriyan û li ser vê pirtûkek reportajî amade kirin. Hevkarê Zayele Hîwa Qadir bi nivîskarê kurd ê vê pirtûkê re bi rêya telefonê hevpeyvînek çêkir. Hawdem Saleh dibêje ne tenê li Kurdistan lê belê li gelek bajarên Îraqê jî geriyan û xwestin nêrîna her grubên civakê ya li ser cenga navxweyî fam bikin û ji wan fêr bibin da bûyîna ”îraqî” ji bo wan tê çi wateyê. Pirtûka ku Hawdem Salih û Inger Ostenstad bi hev re amade kirin di çapemeniya norvecî de jî balek mezin kişand.

Nobela kîmyayê ji profesor Gerhard Ertl re

Xelata Nobelê ya Kîmyayê çû ji profesorê Alman Gerhard Ertl re, ji ber xebata wî ya li ser kîmyaya rûberî. Weke mînak; di saya vê xebatê de em îro dizanin çima hesin pas digre, katalîzorên erebeyan bi çi awayî kar dikin û heta ku tebeqeya ozonê ya li ezmanan ji ber çi kêm dibe û qul dibe.

Zanistiya kîmyaya rûberî ya modern di salên 1960î de pêş ket. Xelatgirê îro, Gerhard Ertlê 71 salî yek ji wan lêkolînerên ewil bû ku giringiya teknîkên kîmyaya rûberî fam kir. Wî ji bo pîvandina reaksiyonên kîmyewî yên di rûberekê de, metodên nû yên ceribandinê kifşkirin. Di saya van metodan de; bi bêzerarkirina maddeya nîtrojenê hilberîna gubreya sunnî baştir bûye û bi rêya katalîzoran paqijkirina nîtrojen-oxîd ên di motorên erebeyan de baştir bûye.

Pevçûna ciwanan li Stockholmê

Bûyera lêdanê ya şeva şemiyê ku bi mirina xortekî 16 salî bi en cam bû hîna jî Swêdê dihejîne. Ji wan pênc ciwanên ku hatibûn girtin 2 kes duh hatin berdan, lê ew hîna jî di bin şuphê de ne.

Li hêla din, ew 3 xortên ku hîna jî girtî ne, dê ne ji ber kuştina qestî ya mirovekî lê belê ji ber sûcê bûyina sebebê mirina mirovekî werine darezandin. Bi vî awayî dozger sûcdarkirina xwe sivik kiriye.

Gelo şerên di navbera çeteyên ciwan de rê li ber encamên bi çi rengî vedikin – belê encamek ji dawiya hefteyê kuştina xortekî 16 salî bû. Hîn encamên din jî ew e ku ev tund û tujîya ku li kolanên Stockholmê tê gotin zêdebûye rê li ber fikar û tirsê vedike. Gelek ciwan xwe ne li dibistan û ne li derve li cihê kêyfê ewle hîs nakin.

Hevkara Zeyele, Şukran Kavak, keç û xortekî kurd vexwend studyoya Zayele û bi wan re li ser tund û tujiyên di nav ciwanan de axivî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".