Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Rêwîtiya dawî ya Mehmet Uzun

Hat weşandin måndag 15 oktober 2007 kl 17.31
Rêwîtiya dawî ya Mehmet Uzun

Nivîskarê kurd Mehmet Uzun roja Şemiya derbasbûyî bi merasimek girseyî li bajarê Amedê/Diyarbekirê hat defin kirin.Di merasima cenazê Mehmet Uzun de li ser daxwaza wî nivîskarê navdar Yaşar Kemal, Serokê Partiya Civaka Demokratik, Ahmet Türk, siyasetvanê kurd Şerefettin Elçî axivîn.

Herweha amadekarê merasime şaredarê Amedê, Osman Baydemîr jî peyamê xwe pêşkêş kir. Li hêla din li Stockholmê jî li Kîtebxana kurdî nêzî 50 kurd û swêdiyên dost û hevkarên Mehmet Uzun civînek bîranînê li darxistin. Di civîna bîranîna li Stockholmê de balyozê Îraqê Ahmet Bamerni, chefredaktörê berê yê rojnama Dagens Nyheter Arne Ruth, şefê beşa kurdî ya Radyoya Emerîkayê, Ömer Şeyhmus, Serokê berê yê yekîtiya nivîskarên Swêdê Peter Kurman û gelek nivîskar, weşanger û rojnamevanên kurd û swêdî beşdar bûn û axaftinan kirin. 

Serokê olî yê kurd Şêx Izzedîn Huseyînî nakokiya di navbera Iran û Emerîkayê de dinirxîne.  Hevpeyvina hevkarê me Nasir Sîna. 

Mudurîyeta Gistî ya dibistanan lêkolinek berfireh di derbarê 470 dibistanên serbixwe de dest pêkiriye. Ji van  44 dibistanên olîne. Di vê lêkolînêde tê dîyakirin ku ev dibistanana jî bi qasî  dibistanên din xwedî kêmasî an jî zêdehîne. Lê dîsa jî Nalin Pekgul vê raporê rexne dike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".