Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Saziya koç belediyan şermezar dike di çapemeniyê de.

Hat weşandin torsdag 18 oktober 2007 kl 16.53

Belediyên Svedala û Munkfors, 2 ji 14 belediyên ku dazgeha koç, migrationsverket wan eşkere daniye ber çav di çapemeniya swêdî de ji ber ew bi perpirsiyariya xwe ranebûne û xwe nedane be wergirtina û saz kirina cih bo zarokên penaber yên bi serê xwe hatinin Swêdê yan penaberên temen mezin.

Di belediya Munkfors li Värmland, Hector Vallejos ji partiya Socialdemokratan, serekê komita birêvebire ya belediyê ye.

Û ew inkar dike ku dazgeha koç peywendiyeke resmî daniye bi belediyê re bo mesela wergirtina zarokên penaber yên bi serê xwe hatinin, ji bilî wê jî ew dibêje ku di van heftiyên li pêşiya me de wê ew bi birêvebiriya wîlaiyetê re, yên berpirsiyarê vê yekê ne,  rûnê.

Hector Vallejos ji belediya Munkfors:

- Piştî çend heftiya dema ku emê bi birêvebirya wîlayetan re rûnên, emê van pirsiyaran şîrove bikin. Ez bi xwe ne zêde razî me bi wê yekê ku saziya koç belediya şermezar dike di çapemeniyê de dema ku mecal nebûye û ku em bi birêvebiriya wîlayetan re rûnën. ev yeka ez bêgoman şaş dibînim.   

Ji bilî vê yekê jî Vallejos tîne ziman ku belediya Munkfors kêm kompetensê û îmkanên bo wergirtina penaberan û zarokên penaber yên bi serê xwe tên zêde tunene.

Herweha dibêje ku kêmhebûna cihê rûniştinê zêdeye di belediyê de û nisba bêkariyê ya herî bilind e di cîhanê de.

Ew bixwe ji Çîlê hat wekî penaberekî siyasî , piştî derbeya leşkerî ya Pinochê. Hector Vallejos

- Di vê rewşê de ez baş zanim bê çawaye, ez zanim bê rewşa penaberiyê çawaye, ez bi xwe penaberbûm, ez li kampën penaberiyê jiyame û zanim bëkêmasiyê sîstemê çine. Ji ber vê yekê jî naxwazim bêjim bele, em karin penaberan wergirin eger em bi awayekî berketî vë yekî bi cih neynin.

Di belediya Svedala de li Skåne, Björn Jönsson, ji partiya social demokratan serekê komîta birêvebire di belediyê de. Ew bi xwe dibêje ku belediya Svedala û saziya koç, rûniştin bi hev re di civînekê de û lihevhatin ser wergirtina penaberan.

Lê dengdana vê dawî kete ber de û piraniya birjowa ev pirsa hïna nexistiye rojevê de, herçend ew pişt gîriya vê yekê jî dikin. Björn Jönsson

- Sala 2006 me civînek li dar xist derbarê penaberan û wergirtina wan, me yê tenê bernameyek durist bikiraya û paşê biriyarên pëwîst standibana, lê mixabin dengdan ev yeka şikand. Ew bixwe jî bi vê yekê re nin, lê ne di destê me de ye.

Rojev bi xwe di destê serekê komîteya bi rêve bir de ye.   

Ev Björn Jönsson bû ji  belediya Svedala de li Skåne, li hêla din jî dadgeha koç li Stockholmê îtraz kirineke giringî prînsîpî red dike. Îtraz kirina vegera îraqîyekî şiîe yê 51 salî bo Begdadê.

Serekê giştî yê saziya koç Dan Eliasson, biriyar wergirt di heyva heftan de vê salê, bi red kirina vê zilamî bo Begdayê û ji ber vê biriyarê jî gelek rexne hatin kirin li saziya koç, lê parêzerë îraqiyê 51 salî ev yeka îtraz kir di dadgeha koç de li Stockholmê.

Û îro pêncşem biriyara dawî ji dadgeha koç pêşkêş bû. Biriyara redkirina îtrazê.

Biriyareke mîna vê ji dadgeha koç wê bi maneyeke giring be,  eger bên îtraz kirin bo dadgeha koç ya herî bilind.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".