Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Peymanek nû ji bo Ewropayê!

Hat weşandin fredag 19 oktober 2007 kl 16.08

Peymanek ku yekîtiyê dike xwedî serok û wezîrê karê derve; peymanek ku gelek mafên biryar û desthelatiyên nû dide saziyên yekîtiyê; peymanek ku berê jê re digotin ”qanûna bingehîn a Yekîtiya Ewropayê” îro nîvê şevê li Lîzbonê li ser lihevkirin hat kirin.

- Ez dikarim ji we re diyar bikim ku me îro li vir li Lîzbonê li ser Peymanekê Ewropayê li hev kiriye, got Josè Socrates, serok-wezîrê Portekîzê ku ji civîna bilind a serokên dewlet û hikûmetên Yekîtiya Ewropayê re malovanî dike.

Ev peymana ku dê ji 1ê çileya sala 2009 û pêve têkeve jiyanê kar û barê siyasetvanên di nav Yekîtiya Ewropa de gelekî sivik û hêsantir dike. Bi ya serokê Komisyona Ewropayê Manuel Barosso dê Yekîtî di saya vê peymanê bêtir effektîf, bêtir demokratîk û bêtir xulikkar bibe ku pirsgirêkên hemwelatiyên Ewropayê çareser bike.

- Hemwelatî dixwazin encamên berçav bibînin û zanibin da Yekîtiya Ewropayê ji bo wan çi dike, dibêje Barosso.

Encamê herî berçav û girîng ya vê peymanê hilbijartina Serokekî yekîtiya Ewropayê. Ev serok dê ji aliyê serokên hikûmet û dewletên Ewropî ve bê hilbijartin û xebata yekîtiyê rêve bibe û ji Konseya Ewropî re rêberî bike. Her weha dê Yekîtiya Ewropayê Nûnerekî Bilind ya ji bo kar û barê derve jî wezîfe bike, ku ev nûner di pratîkê de weke wezîrê karê derve yê yekîtiyê kar bike. Her weha di pirsên hiqûqî de jî de biryar bi piraniya dengan werine dayîn ango dê mafê welatan ê VETOyê dê were rakirin.  

Piştî li hevkirina li ser peymanê xuya bû ku serokwezîrê Swêdê Fredrik Reinfeldt gelek razî û bi kêf e.

Peyman, îşev di saat 2’an de, piştî muzakereyên dijwar hat qebûlkirin. Îtalya li berxwe didan ku jimara parlamenterên wê yên di parlamentoya ewropayê de were zêdekirin û di encam de li ser ku parlamenterek din bidin Îtalyayê lihevkirinek çêbû. Herweha daxwaza Polonyayê jî ku grubekê kêmaniyê jî karibe biryarekî piraniyê bi derengî bixe hat qebûlkirin.

Serokên dewlet û hikûmetên welatên endam dê Peymana nû ya Yekîtiya Ewropayê di 13 kanûne de îmze bikin. Piştre pêwîst e parlamentoyên welatên endam jî ev peyman bipejirînin. Ji 27 welatên endamên Yekîtiyê tenê Îrlanda dê di derbarê peymanê de referandûmek li darbixe, ku qanûna wan a bingehîn ev tişt ferz dike. Lê ne tenê Îrland her weha li hîn welatên din ên yekîtiyê jî deng bilind dibin ku ev peyman bi referandûmê, dengdana gel, were pejirandin. Vê daxwaziyê li Swêdê partiya çep Vänsterpartiet ji hikûmet û parlamentoyê dike. Jakob Jonsonê Vänsterpartietê:

- Dema serokên hikûmet û dewletên yekîtiya ewropayê ev peyman di kanûnê de îmze kirin emê yekser kampanya ji bo çêkirina referandûmek tawsiyekar an jî biryargir bidin destpêkirin. Ji ber ku eleqeya naveroka vê peymanê bi qanûna bingehîn a swêdê re heye.

Gelo rîska herî mezin a vê peymanê çî ye? Jonsson ev pirs wuha bersiv dike:

- Me wezîfe da daïreya lêkolînê ya parlamentoya Swëdê ku ev peymana nû di çav re derbas bike û di encam de derket holê ku Swêd gelek ji desthelatdariyên xwe dewrê Yekîtya Ewropa dike, bi taybetî jî biryarên di qada hiqûqî de dê di musteweyek serdewletî de werine dayîn” dibêje Jacob Jonssonê partiya çepê. Lê Serok wezîrê Swêdê Fredrik Reinfelt dibêje:

- Ez dixwazin ku desthelatiya Yekîtiya Ewropa hebe, lê di wan pirsan de ku mafê wergirtina biryarên Yekîtiyê di cîh de ye. Di pirsên dersînor de, weke tewankariyen navnetewî, ku çeteyên sûc, qaçaxçîtî û karên krîminel dikin, di cîh de ye ku em bi rêya xebata polês vekin.” Lê Reinfeldt li dij e ku ji bo pejirandina peymana nû referandûmek were çêkirin.

Bi ya Reinfeldt peyman û pirsên siyasî yên yekîtiya Ewropayê pirralî ne û ne hêsan e ku mirov mijarên ku pêşeroja yekîtiyê xuya dike bi pirsên ku dê hem welatî bi ”BELÊ” an ”NA” bersiv bidin, formule bike. Fredrik Reinfeldt dibêje tiştê herî girîng yê vê peymanê ew e ku ew bingehê berferehbûna Yekîtiya Ewropayê davêje. Ji ber ku peymanên din ên berê têr nedikirin ku Yekîtiyek bi 27 welatan rêve bibin. Lê niha hîn welatên din jî xwe amade dikin ku bibin endam.

Gelo Jacob Jonssonê Partiya çep ji ber berferehbûna Yekîtiyê li dijî vê peymanê ne û dixwazin referandûm çê bibe?

- Di mesela endamên nû de û bi taybetî jî endametiya Tirkiyê de me weke Partiya Çep tu car ne-gotiye ku Tirkiye divêt nebe endam. Lê pêwîste Tirkiye wan daxwaz û şertên ji wê tên xwestin ewil bicîh bîne. Elbet em dixwazin Tirkiye bibe endam lê berya wê divêt ew ji mafên gelê kurd re bi temamî rêz bigrin.

Zana Serin

zana.serin@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".