Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Şeveke ji şevên muzîka rojhelatî ya mesrî û Um Kolsûm bibûn mêvanê Stockholmê û konsert huset.

Hat weşandin fredag 19 oktober 2007 kl 17.46

Di heftiya derbasbûyî de konserteke taybetî hate li dar xistin li Konserthuset li Stockholmê, Bi hevkarî digel Reorient û konserthuset de, Opera Qahîrê ser şanoyê amade bû di yekem roja eidê de û ensembla Um Kolsûm, bi dengê du solîstên jin yên ciwan , hate pêşkêş kirin.

Muzîka dengbêja mesrî ya bi mezinbûna xwe nayê pesindan , Um Kolsûm, bi muzîka xwe ya erebî ya klasîk bingehekî girîng danî bo muzîka rojhelatï bi awayekî giştî û ya erebî ya klasîk bi taybetî.

Wê di dema xwe de cihek ji xwe re çêkiribû di dilê guhdarên xwe de ku ta nedihat dagirtin bi dengekî din û nav miletê dewletên ereban de jî wekî şahjinekê dihatin lê nerîn, û jê re dihat gotin bi mesrî, al sit.

Îro piştî 30 sal ji mirina wê, hîna şopa wê di warê muzîka rojhilatî de baş xwiyaye, eger mezintir jî nebûbe piştî mirina wê. Ew ne tenê bo ereban dengekî efsaneyî bû, lê bo miletê rojhilata navîn bi giştî di wê demê. Gelek kurd ji hemû rexên kurdistanê jî guhdariya dengê Um kulsûm dikirin, herçend bi erebî jî nizanîbana. Wan mîna gelek miletên din guhdariya deng, hest û teknîka pêşkêşkirina sitrananê wê dikirin. Um kulsûm, ne tenê sitranbêj bû, ew hunermend bû.  

Di vê konserta taybetî ku hate li dar xistin yekem roja eidê, guhdar vegerandin ew rojên zêrîn di muzîka rojhilatî ya dewlemend de, rojên Um Kulsûm , di wê şevê de , sitranên wê yê herî binav û deng û yên evînî hate pêşkêş kirin . Herdu dengbêjên gencî yên stranê wê pêşkêş kirin ji ensembla opera ya Qahîra de bi birêvebiriya maestro Selîm Sehab, Nîhad Fathî bû ya pêşî 5 ji sitranên wê pêşkêş kir , yek ji wan jî strana Um kulsûmî evînî ”He eblû bukra” bû, wergirtina wê bi kurdî dibe , ez dê wî sibe bibînim…   

Sitraneke din jî ya bi navû deng ku bi dengê Nîhad Fathî hate pêşkêş kirin, sitrana dilê min kêfxweş be, ”Efrah ya albî”.

Piştî beşê pêşîn ji konsertê navberek  20 deqeyî bû, ez pêrgî çend kurdan bû dîtina vî guhdarî jî ev derbarê konserta hêja ya vê şevê de:

Piştî navberê solîsta din, Rim Kamal derkete ser şanoyê bi dengekî qewîntir û karîsmayeka Um kulsûm datinî bîra mirovî çend ji sitranên Um kulsûmî yë herî bi nav û deng pêşkêş kir. Wekî ”emel hayetî”, hêviya jiyana min.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".