Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Xelatên hevguncî hatin belav kirin

Hat weşandin tisdag 23 oktober 2007 kl 16.15

Konseya hevguncî an entegrasyon ya di bazara kar de (Rådet för integration i arbetslivet) doh, cara nehemîn, çend xelat ji çend cihên kar re belav kirin. Yek ji xelatwergiran Birêveberîya Wîlayetê ya Stockholmê bû.

Malin Mattson di Birêveberîya Wîlayetê ya Stockholmê (Länsstyrelsen i Stockholms län)de kar dike û wê û hevkarên wê xelata bo xebata çalakîya dewletî wergirt û Mattson bi vê yekê gelek kêfxweş bû, got:

- Ev demek dirêj e ku em di Birêveberîya Wîlayetê de li ser pirsên enterasyon û pirçandîyê kar dikin. Û ev xelat me teşwîq dike ku em vî karê xwe dom bikin.

Ev neh sal in ku ”Konseya hevguncî an entegrasyonê ya di bazara kar de” xelatên cuda dide kargehên swêdî yên sê katorîyên cuda: dewletî, beledîyeyî  û şîrketên taybetî.

Nûnerên van her sê kategorîyên cuda bo xebatên xwe yên hêja yên ji bo entegrasyon û pirçandîyê xelatê werdigirin. Göran Ekström, serokê konseyê ye û li gor wî, li Swêdê, pirsa entegrasyonê ya di bazara kar de, yek ji pirsên herî girîng e. Û li gor wî reçeteyek baş ya ji bo entegrasyonê karekî demdirêj û aktîf e.

Xelatwergirek din, lê di kategorîya şîrketên teybet de, şîrketa Fexco Nordic ya  ji bajarê Trelleborg bû. Erna Alkic di wê şîrketê de kar dike. Karê Fexco ew e ku li seranserê dunyayê di navbera mirovan de peran bişîne:

- Ku mirov bikaribe bi zimanê zikmakî yê muşterîyên xwe xizmeta wan bike û li ser kultura wan şareza be, mirov kalîteya xizmetê bilind dike û muşterîyên xwe jî memnûn dike, dibêje Erna Alkic.

Xebatkarên şîrketa Fexco, bi muşterîyên xwe re ji 25 ziman pirtir dibpeyvin û ew ji 20 dewletên cuda tên û ev peywendîyên pirçandî karê me hêjatir dike, dibêje Alkic.

Ji bilî Länsstyrelsen û şîrketa Fexco, şaredarîya Järfällayê ya li Stockholmê jî xelata beledyeyî wergirt.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".