Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Pirtûkek nû rewşa keçên zarok ku tên zewicandin bê dilê xwe, eşkere dike.

Hat weşandin tisdag 23 oktober 2007 kl 16.18

Babeteke ji babetên, hîna ne zêde eşkere kirî di civaka swêde, dana keçên bi emir biçûk yan jî yên hîn zarok bi mêr, bêy dilê wan.

Di fuara kitêban de, nivîskara pirtûka bi navê ” Barn Brudar”, bûkên zarok, Tina Thunander, cihê xwe çêkir ser şanoyek ji şanoyên foarê bo behsa vê babetê bike:

Tina Thunander ji xibrata ser wê de derbasbû ye, hizra nivîsandina vê pirtûkê kir û dibêje :

- Ez bi vê yekê fikirî me gelek salan , ji ber ku min gelek kes dîtin û wan çîrokên cuda ji min re digotin derbarê zewcandina zarokan, ji nişka ve min dît ku qalibek heye ji vê yekê re.

Ji çandên cuda , wê demê min balkêşiya vê meselê dît û min pêwîst jî dît ku mirov behsa wê bike. Min dît ku hizra zewcandina keçên bi emir biçûk di gelek çandan de her yeke. Di her demê de jî min dît ku ji aliyê daîreyên resmî ve tiştek nayên kirin. Û ev yek ji xalên giringin ku min dixwest ronî bikim.

Min ji nîvîskarê pirsî gelo te çawa ev keçên di vê rewşê de peyde kirin?

- peyde kirina van keçên, karê herî zehmet bû , divê yek: mirov van keçan peyda bikin, du : karibim bêhêlêm ku ew dilê xwe vekin û çîroka xwe bêjin, bixwazin çîroka bêjin, ji ber ez nikarim wan mecbûr bikim û sê: ku ez karibêm vê yeke vebêjim û zanibim ku rastî bûye û lêkolînên pêwîst derbarê rewşa wan bi awayekî durist çêbikim.

Ji bilî vê hemûyî , ku karibim çîroka wan eşkere bikim bêyî ku nasnameya wan diyar bikim.

- Ew keçên ez bi wan re peyivîme , zanin ku rewşa wan ne normala li Swêdê. Yek ji keçan pêşî bi kêfxweşî xwest çîroka bêje, ta ji nişkave det bi girî kir û hate ber çavên wê ku piştî du salan wê bên zewicandin û ew nikare xwe xilas bike ji vê rewşê. Ji min re jî ev yeka gelekî dijwar bû, min dixwest li çîroka wê guhdar bikim, di her wê demê de jî min zanîbû ku dextê lê dikim.

Armanca Tina Thunander, nivîskara pirtûka ”Barn brudar” bûkên zarok, beriya her tiştî ew e ku cavê dazgehên resmî veke derbarê vê yekê di civaka swêdî de:

- Ez bi vê pirtûka xwe dixwazim bêjim ku dayîreyên resmî yên swêdî eger bixwazin karin tiştekî bikin bi rêya qanûndanînê.Gelek ser min re derbas bûne , dibêjin em naxwazin xwe tevlî vê yekê bikin û bi têkevim nav şerna de bi malbatên wan re. Îca mirov kare bêje ku ev kesana di xwe re nabînin û ditirsin, û ev yeka jî nayên lê bûrîn, eger nazanîbe jî hîn xerabtir e.

Tina Thunander bawer dike ku nezanî nav dazgehên resmî de û mirov ji dadger bigire ta karmendên di xizmeta civakî, polîsan û dibistanan de, gelek e.

Li gor xibrata ser nivîskar Tina Thunander de derbas bû ye , dibêje ku zewaca mecbûrî ne tiştekî girêdayê olê ye, ew bi xwe girêdayê adetan û tradîsiyonan ne.

- Li gor min naskiriye gelek grûp hene nav musilmanan de ku keçên xwe yan zarokên xwe didin bi mêr di emrekî biçûk de, ev yeka nav roma de jî heye û nav çend grûpên xiristiyanî jî heye. Ev ne girêdayê olê ye, ev girêdayê adetê ye.

Di nav yên rûniştî jî de li semînerê, çend keçên genc jî hebûn , yek ji wan Rakel bû ya ev pirtûka xwendibû.

- Bi min ev yeka gelekî ecêb û dijwar e, mirov gelekî diêş e bi xwendina vê pirtûkê ve, mirov bawer nake ku rast e.

- Ez nihaka dixwînim bo ku bibim, sosiyonom, civaknas, û ez gelekî ecëbmayï dimînim dema ku rapora dixwînim ji dadgehan û babetekê mîna vê zêde ser nasekinin.

Keçeke din jî ji kesên amade Ester ya 14 salî bû, dîtinên xwe anî ziman derbarê babeta dana keçên zarok bi mêr:

- Dihesim ku gelekî ecêbe , ji ber keçên behsa wan dikir di emrê min de bûn, îca hesteke ecëbe ku yên di emrê min de didin bi mêr û zarokan tînin û nikarin xwe ji vê rewşê xilas kin.

Tiştê herî dijwar bi Ester ji vê meselê ew bû ku malbat çawa muamela van zarokan dikin.

- ya herî zehmet û dijwar ew e bawer dikim ku malbat peywerndiyê bi zarokan re qut dikin û sarin bi wan re, ku gelek rê li ber wan tune ne.  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".