Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Festîvala fîlman a Stockholmê

Hat weşandin onsdag 24 oktober 2007 kl 16.59
Git Scheynius Foto: Bertil Ericson/Scanpix

18:mîn Festivala navnetewî ya fïlman a Stockholmê dê bi fîlma LEO were vekirin. Rejîsor û senarîstê vê fîlmê Josef Faresê Lubnaniye ku bi fîlmên komedî yên wekî Jalla Jalla û Kops û yeka otobiografik Zozo tê nasîn. Lê fîlma LEO ku tê de cara yekem Josef Fares bi xwe jî dilîze, li ser şîddeta li tax û kolanên Stockholmê ye. Û bi taybetî jî LEO li ser şîddeta li hemberî jinan e. Lê Fares dibêje şîddeta li fîlmê ne wekî wan şîddetên din ên di fîlman de ye. Tu kes dê ji vê tundiyê hez neke. Şefa festîvala Stockholmê Git Scheynius sedemê vekirina festîvalê bi LEO wuha îzah dike.

- Di rastiyê de niyeta me ne ew bû ku em festîvalê bi fîlmekê Swêdî vekin. Sedemê nîşandana LEO ew e ku Josef Fares hunermendekî gelek balkêş e û ev fîlm di karîera wî de mizgîniya rêçek nû dide. Fîlmekê heyecanê ye û bahsa şîddeta li dijî jinan ya li kolanan dike. Û Mijara wê gelek aktuel e, dibêje Scheynius.

Belê, gelek ev fîlm gelek aktuel e, ji ber ku hefteya derbasbûyî xortekî li navenda Stockholmê bi lêdanê hat kuştin. Û ev film bahsa wê mijarê dike da dema alkohol, narkotîk û psîkolojiya komikê dema tên ba hev encamên bi çi rengî bi xwe re tîne; Elbet encam şer, pevçûn û tolhildan e. Û mirov di reklama fîlmê de dibîne çawa bûyerekî biçûk hêdî hêdî mezin dibe û dibe sedema karesatekî ku mirovên têkildar bixwe nikarin texmîn bikin.

Di 18:mîn festîvala navnetewî ya fïlman a Stockholmê de ji 40 welatan 170 fîlm beşdar dibin.  Lê gelo tiştê nû îsal çi ye? Git Scheynius, şefa festivalê:

- Tiştê nû ew e ku me çalakiyên artîstî yên li dora festîvalê ferehtir kiriye. Ji bilî şandina fîman dê konserên muzîkê werin pêşkêş kirin. Li hêla din me her tim cîhek taybetî daye fîlmçêkerên ciwan. Ji sisiyan yekê berhemên tên nîşandan fîlmên ji fîlmçêkerên ciwan e. Her weha piştî 18 salan ew rejîsorên ku di karîyerên xwe de serkeftî bûne bi paşve hatine cem me. Ji bo vê yekê festîvala îsalîn gelek xurt e, ji ber ku hem yên ciwan û hem jî fîlmçêkerên ku ji xwe re cihekê çêkirine bi filmên xwe beşdar dibin, dibeje Scheynius.

Di festîvalê de her weha ceribandinek jî tê kirin ji bo cara yekem. Git Scheynius bahsa vê dike:

- Emê cara yekem bihêlin ku bîner bi xwe fîlmekê bi hev re çêbikin. Piştre dê sê rejîsorên profesyonel di pêvajoya festîvalê de dê vê fîlmê çêbikin û piştre dê ev fîlm bi rêya Înternetê dê were nîşandan.

Zana Serin

zana.serin@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".