Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Yekîtîya Ewrupayê dikare sinorên xwe bo koçkirina hêza kar veke

Hat weşandin torsdag 25 oktober 2007 kl 15.49

Li gor pêşnîyareka nuh ku Komîsyona Yekîtîya Ewrupayê do pêşkeş kir, sînorên Yekîtîya Ewropayê dikarin bo koçkirina hêza kar (arbetskraftsinvandring) vebin.  

Ev pêşnîyar tê wê manê, ku bîyanîyên ji dervayê Yekîtîyê dixwazin bên Swêdê, dê di pêşerojê de, ji bo karkirinê bikaribin werin. Lê berî ku ev pêşnîyar bikaribe bibe rastî, divê hemû hikûmetên welatên Yekîtiyê vê yekê qebûl bikin.

Franco Frattini, komusyonerê Yekîtîya Ewrupayê doh pêşnîyara koçkirina ya hêza karî pêşkêş kir. Jê re digot blue card, yanî karta şîn û ev nav ji sîstema Amerîkî girtine, li wir ev tişt ji berê ve heye û jê re dibêjin green card, karta kesk.

Lê ev pêşnîyara Komîsyona Yekîtîyê, ne ji bo her kesî ye, tenê ji bo mirovên ku xwedî perwerde an kompetenseke bilind e, wek mînak muhendîs, doktor an hemşîre.

Mirovên ku vê îzina rûniştinê werbigirin, dikarin heta 2 salan li vir bimînin û paşê dikare bê dirêjkirin û dawî dawî mirov dikare îzina rûniştinê ya berdewamî an permanent bistîne.

Gelek sîyasetmedar li hember vê pêşnîyarê pozîtîf e. Maud Olofsson, seroka Partîya Navendî (Centerpartiet), par di Radyoya Swêdê de digot:

- Ez dixwazim, Swêd wekê Amerîkayê sîstema green card, karta kesk, bi cîh bîne.

Û hikûmeta Swêdê ji pêşnîyara Komîsyonê razî û posîtîf e. Lê wezîre koçê, Tobias Billström dibêje:

- Komîsyon ferqê navbera kompetensa bilind û nizm dike û em vê yekê naxwazin. Li ser pirsa “kî dikare wera vira” divê bazara kar qerarê bide.

Lê ev pirsa koçkirina hêza kar li Ewrupayê pirsek bi nûqaş e. Swêd û îngîlistan gelek posîtîf in, lê hin welat, wek mînak Almanya negatîv e. Û sendîkayên ewrupî jî razî nînin.

Wanja Lundby  Wedin, seroka sendîkaya LO, vê yekê wek problem dibîne:

- Em dikarin alîkarîya kesên ku kar dikin bikin, yanî karkeran, lê bifikre, xelk dê bê vira, lê tu garantî nîne ku ewê kar bibînin, wê çaxe emê çi bikin? An rîskek din jî ev e: bi hatina mirovên xwedî kompetensek bilind, dê rê li ber reqabetek tund vebe û ev jî dibe sedema kêmbûna maaşan (lönedumpning).

Lê ne tenê sendîka di vê pirsê de alîyên negatîf dibîne, lê hinên din jî negatîf in. Yek ji wan Kalle Larrson ji Partîya Çep (Vänsterpartiet) e:

- Yekîtîya Ewrupayê sinorên xwe ji bo hezaran însan digire, wek mînak bo penaxwazan, lê her weha Yekîtî bi destên xwe dixwaze mirovên kompetensbilind hilbijêre ji bo ku ew bikaribin bên vira. Ez li hember vê rexnegir im.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".