Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Qanûna zewacê dikare bê guhertin

Hat weşandin fredag 26 oktober 2007 kl 16.07

Li Swêdê pêşnîyara qanûna zewacê ya ku di hêla cinsiyetê de bingeh nagire, bi swêdî könsneutral äktenskapslag, niha tê nîqes kirin. Ku ev li Swêdê bibe rastî, jin bi jinan re û mêr bi mêran re dikarin bi fermî bizewicin, lê heta niha ne metran ne jî sîyasetmedaran li ser vê li hev kirine.

Doh 251 nunerên meclisa Kilîseya Swêd, Svenska Kyrkan, biryar dan ku ew bi heqa xwe ya mar birînê dixwazin dom bikin.

Lê nîqaş hêsan nebû û sebebek jî ew e, ”ka gelo, dîtina bingehî ya kîlîseyê dikare zewaca di navbera homosekuelan de qabul bike?”

Heta niha homoseksuelan nîkah dibirîn, lê li gor kîlîseyê û qanûna Swêdê ew wek zewac (yani bi swêdî äktenskap) naye qabul kirin, lê wek partnerskap.

Lê niha kilîse biryar daye ku di pêşêrojê de ji dixwazin bi marbirînê dom bikin.

Niha di parlamentoya Swêdê de pêşnîyarek heye ku endamên meclîsê divê li hember vê pirsê helwest bigirin. Pêşnîyar ev e ku divê meclîsa Swêd qanûna qabulkirina zewaca homoseksulan derxe, yanî cînsîyeta mirov divê ferq neke dema mirov dixwaze bizewice.

Ku parlamento vê yêkê qabûl bike, kilîse û rêberên olên din jî divê qabûl bikin, an na ew heqê xwe yê mar birînê (vigselrätt)dikarin wenda bikin.

Lê Antje Jacklin û herêma wê ya metranîyê li hember pêşnîyara qanuna zewacê ya ku di hêla cinsiyetê de bingeh nagire, posîtîv e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".