Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Komcivîna moderatan qediya doh bi axaftina serokê partiyê .

Hat weşandin måndag 29 oktober 2007 kl 15.52

Seroka partiya moderatan Fredrik Reinfeldt di axaftina xwe ya qedandinê de, di komcivîna moderatan roja yekşemê de, got ku divê giranî bên danîn ser kesên bi teqaud, penaber, tenduristî û jîngeh.

Moderat divê ku siyaseta xwe baştir birêve bibin bo hilbijartina bê.  

Serokê partiyê, Fredrik Reinfeldt.

- Divê ku em di sindoqa aletê xwe binerin, bê em bi çi çavî li van pirsiyaran dinerin. Û em ê vê yekê bikin bi karêpêşketinê yê demdirêjî cidî, rëk wekî gelek ji we gotin, em partiya jingeh ya keskan bê pêwîst bikin di siyaseta swêdî de.

Fredrik Reinfeldt, xwest ku di axaftina xwe diyar bike ku rêka azadiyê ji kesperestiyê indivîdualismê dest pê dike.

Ev bingehê partiyê ye û ser vî bingehî wê siyaseta partiyê di gelek beşan de bên lêkirin.

Li gor gotina Reinfeldt, endamên partiyê divê ji nuha de dest pê bikin û li milet guhdar bikin, bê ew çawa dixwazin astengiyan çawa çareser bikin. Wekî nimûne, divê siyasetmedar têbigihêjin ku kesên taqauid standine, bi xwe biriyara bistînin dema ku alîkarî û lênerîn ji wan re pêwîst be.

Fredrik Reinfeldt:

- Qebûl kirina daxwaza mirovan ku bi xwe ser pêyan rawestin dema ku ji welatên din tên. Em di vê yekê de negelekî zîrekin li Swêdê. Em hewl didin ku baştir bibin, lê ez bawer dikim ji me re gelek maye ku em bikin di vê pirsê de.

Ji bilî van xalan, armanca Reinfeldt hîn ew e ku baca daxîne di pêştir de.

- Bela em bibin beheştek bo wan kesên ku kêm pera distînin. Ji ber ku em zanin pêwîstiya wê çiye bo tevgerên civakî . Bo imkanên henin ku mirov ji derveyî bazara kar, derbas bazara kar bibe, ma ev ne pêşniyareke balkêş e.

Rojnamevan kurd Karwan Taher vê komcivînê bi me re şîrove dike û dibêje.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".