Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Ciwan qîmeta karekî sabît girîngtir dibînin

Hat weşandin torsdag 1 november 2007 kl 15.49

Komîteya Ciwanan (Ungdomsstyrelsen) raporek nu derxistîye. Mijara raporê ciwan û helwêstên wan ên di derbarê hin hêjayîyan de ye.

Li gor raporê ciwan êdî qîmeta karekî sabît girîngtir dibînin. Lê her weha, ketina ciwanan a bazara kar dê zehmetir dibe.

Frida Yasdanî 21 salî ye û li bajarê Luleå dimîne. Ew  îro li şîrketa Enîro kar dike. Lê li wir  karek sabît (fast jobb) nîne, ew karekî saatî dike (timanställning). Yanê Frida maaşa xwe li gor saetên ku kar kirîye digire. Lê ev kar ji bo wê bi ewleyî nîne: loma ew li karekî sabît dixwaze.

3000 ciwanên di navbera 16 û 29 salî de bersiva pirsên rapora Ungdomsstyrelsen, Komîteya Ciwanan, dane. Li gor encamên raporê, ji 10 kesan 8 dibêjin, ji bo wan karek sabît girîng e. Ev hejmar  li gor salên din bilindtir bûye.

Lê îro gelek ciwan ne xwedîyê karekî sabît in, gelo netîceya vê yekê çi ye? Inger Ashing, ji Ungdomsstyrelsen wa bersivê dide:

- Ji bo ku ewlehîya wan ya aborî bi hêz nîne, ew bi qasî salmezinan nikarin ji xwe re malekê peyda bikin ku lê bimînin. Ji bo wan ne peydakirina xanîyekî kirê ne jî xanîyekî bi mafê kirê hêsan e, dibêje Ashing. 

Her weha ciwan êdî derengtir zarokan çêdikin.

- Gelek ciwan dibêjin: “Berîye ku em zarokan çêkin, em xanîyek û karekî sabît dixwazin”, dibêje Inger Ashin ji Ungdomsstyrelsen.

Ji bo, ji 100î 75ê (%75) ciwanan, îro ditîna  karekî sabît dikare heta 28 saliyê  bajo. Ku mirov vê hejmarê bi hejmara sala 1990 ve bide ber hev guhertinek mezin çêbûye. Ji ber ku wê çaxê, li gor hejmarên Statistiska Centralbyrån, mirov di 21 salîya xwe de karekî sabît peyda dikir. Ev tê wê manê ku îro peydakirina karekî sabît, bi navencî, 7 sal dirêjtir dajo.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".