Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Qaçaxçîtîya penaxwazên ji Îraqê bi mîlyaran kron cîro dike

Hat weşandin måndag 5 november 2007 kl 14.31

Piştî şerê Îraqê gelek penaxwaz dixwazin bên Ewrupa û welatên din yên rojava. Ev bûye sebeba qaçaxçîtî û tawankarîyeka tund ku bi milyonan cîro dike. Bi gotineke din, hin kes ji vî karî gelek pere berdidin bêrîka xwe. Her roj ji van penaxwazan li derdora 70ê kes tên Swêdê.

Wek ku em dizanin, îro di navbera 30 û 35 şebekeyên cuda çalak in, dibêje Hans Lippens, şefê polîs ê sinor li Västa Götalandê. Çend ji wana serbixwe ne û çend jî alîkarîya hevdu dikin, wek mînak di çêkirina pasaport û nasnameyên sexte de:

- Her weha ew di helqeyên cihê yên zencîra qaçaxçitîyê de alîkarîya hev dikin, dibêje Hans Lippens.

Bernameya Kaliber li Kanala P1 li Radyoya Swêdê bi kaçaxçîyekî re peyivîye. Û ew di nav wan şebekeyan de di yekê de kar dike, ew bi rêya wergerekî dibêje:

- Her sal bi hezaran kes tên Swêdê, û piranî bi rêyên îllegal tên, wekî din tu rêyek din tuneye.

4 mîlyon penaxwaz ji Iraqê revîyane, piranî çûne welatên din yên Rojhelata Navîn, lê gelek kes dixwazin bên bo welatên rojava, wek mînak, Swêd. Lê rêyên legal ji bo ketina Swêdê kêm in, loma piranîya kesên ku ji Îraqê tên vira, yanî rojê 70 kes, bi alîkarî qaçaxçîyan tên. Lê ev rê erzan nîne.

Fîyata vê qaçaxçitîyê ya rojane li derdora 100 000 kron e, û ev fîyat her roj bahatir dibe ji ber ku gelek kes alîkarîyê dixwazin.

Ev tê wê manê ku qaçaxçî gelek peran qezenç dikin ji ber ku mesrefên wan kêm in. Û sefera bo hatina vira gelek caran bi tehluke ye. Penaxwazek ku ji Tirkyê bi rêya qacaxçîyan hatiye vira wa dibêje:

- Ku ji min re bigotana ev rê ewqas zehmet e, ezê neçûma ji ber ku bi rastî pir zehmet bû. Di navbera Tirkyê û Yunanîstanê de em, 40 kes, di nav karsêla kamyoneka sergirtî de bûn, hindik mabû ku oksîjen xilas be û em bimirin. Mirin ji vê rê baştir e, dibêje ev penaxwaz.

Li gor hejmarên Neteweyên yekgirtî, niha Swêd ji hemû welatên ewropî yên din pirtir penaxwazan qebûl dike. Ku mirov hejmarên penaberên ku hemû welatan ewropî digirin têke serhev, dîsa jî nagihê Swêdê.

Tenê îsal, di navbera meha yekê û îlonê de 14 000 penaxwaz ji Îraqê hatine bo Swêdê, dibêje Hanne Mattisen, ji UNHCR, beşa penaxwazan ya Neteweyên Yekgirtî. Û ji bo welatên din yên Yekîtîya Ewrupayê 13500 kes hatine. Û bo Canada û Amerîka 654.

Lê gelo, sedemên vê yekê çi ne?

- Li Iraqê xelk dizane ku Swêd erkên xwe yên navneteweyî bi cih tîne.  Û herweha xelk dizane ku Swêd di nav çarçoveya rêbaz û tawsiyeyên UNHCR de tevdigere, dibêje Mattisen û dom dike: 

- Ez bawer dikim dê hîn pirtir penaxwaz bên bo Swêdê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".