Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Çar hezar karên reş hatine spîkirin

Hat weşandin torsdag 8 november 2007 kl 13.34

4000 karên reş di nav branşên berber an sertiraşî û restorantê de hatine spîkirin. Sebeba vê jî qanûnên giran û kontrolên nuh ne. Ev kontrolên nu berê xwe didin ser van karên reş yên di nav van herdu branşên cuda de. Ji bilî ku bi hezaran kar bûne spî, her weha dewlet 600 milyon kron zêdetir bac wergirtîye, li gor agahîyên Daîreya Bacê ya Giştî, Skatteverket.

- Ev kontrolên giran û tund bo me gelek baş bûne, ji ber ku nêrîneka me ya giştî çê dibe bi vî awayî. Em dikarin van agahîyên nu di karê xwe yê pêşêrojê de bi kar bînin, dibêje Conny Svensson ku li Daîreya Bacê ya Giştî, Skatteverketê, kar dike.

Heta niha van kontrolên nuh di branşên berberî û loqanteyî de hatinek bi qasî 600milyonan daye dewleta Swêdê bi rêya bacê, lê Conny Svensson bawer dike ku ev hatin dikare hîn bilindtir bibe, ku ev kontrolên nuh baş bên dom kirin:

- Hatina dewletê bi rêya bacan, heta dawîya vê salê, dikare bibe milyarek kron. 

Yek ji restoranan ku hatîye kontrol kirin Beefeater Inn li Stockholmê ye. Xwedîyê wê jî Andreas Onar e. Li ba wî her personal her roj navê xwe û wextên wî an wê yên kar li deftereka teybet dinîvîsin.

- Li gor min baş e ku mirov karkeran kontrol bike, kî kîjan roj kar dike û her wekî din, berê me wusa nedikir, dibêje Onar.

Li gor Onar ev kontrola nuh dikare statu an rewşa branşa me bilinditir bike:

- Mirovên ku karên reş dikin branşa me di bin gomanan de dihêlin yan jî bêbextîyê li me dikin.

Loqantaya Beefeater Inn tenê çend tax ji Daîreya Bacê ya Giştî, Skatteverketê ve dur e, û mirovên daîreyê carna tên û bo kontrolê li deftera Andreas Onar ya teybet mêze dikin û heta niha tu problem derneketîye.

Dema Daîreya Bacê ya Giştî van kontrolên xwe dikin li defterên teybet mêze dikin, ka kê kengê kar kiriye û paşê van agahîyan bi lîsteyên maaşê ve didin ber hev. Ku çewtî hebe, divê şîrket ceza bide.  Heta niha Skatteverket 27 000 restoran û berberên cuda kontrol kirine, yanê ji sedî 80 ji şîrketên ku hene hatine kontrolkirin. Û sedî deh ji wan ceza girtine.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".