Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Fînlandya şîn digre…

Hat weşandin torsdag 8 november 2007 kl 17.42
Dibistana qetlam lê pêk hat Wêne: Scanpix

Qetlîama ku li dibistanek li Finlandya pêk hat dikare li Swêdê jî çê bibe, şagirtên ji hêla sosyal ve îzole kiryarên hevûdû mînak digrin, dibêjin pispor. 

Vê bûyerê gelek welatan hejand. Şagirtekî 18 salî duh bi tabanca xwe daket nav dibistana ku lê dixwendin û di nav wan de mudurê dibistanê heşt kes kuştin. Şagirtê mêjkuj piştre jî xwe kuşt. Niha li Swêd û li gelek welatên nîqaşek geş tê kirin; gelo sedemên ku xortekî ewil heval û dost û piştre jî xwe dikuje çi ne?

Pêwîste dersên li ser seks û cinsiyetî li hemû dibistanên mamostetiyê yên li Swêdê mecbûrî bin, dibêje Metta Fjelkner ku seroka federasyona mamosteyan e û Åsa Regner, ku sekretar gîştî ya federasyona agahîkirina li ser cinsiyetê RFSU ye. Ew vê banga xwe li wezîrê dibistnan Jan Björklund dikin. ’

Lêkolînerên swêdî tedawîyek nuh kifş kirine li dijî malaryaya tund. Ev keşifek gelek girîng e, ji ber ku her sal nexweşîya malarya 2 milyon însan dikuje. Profesor Anders Björkman, ev lêkolîn birêve biriye û dibêje xebata wan nîşan dide ku ji sedî 80 ji nexweşan dikarin ji mirinê bifilitin.

Heger hun hemwelatiyên Swêdê ne an jî xwedî runiştina li vî welatî ne, lê li welatek din dijîn û kar dikin, baştir e hun dema difikirin zarok çêbikin, ji nûve vegerin Swêdê. Hevkarê me Baroj Akreyî sedemên vê yekê lêkolîn kirine.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".