Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Passaportên sexte yên îraqî û swêdî

Hat weşandin måndag 12 november 2007 kl 16.46
Balyozê Îraqê Ahmed Bamernî

Lehiya penaberên ji Îraqê ya ber bi Swêdê ve tê bi xwe re teşkîlat û sektoreke mezin ya sextekirina pasaportan jî ava dike.

Di vê rapora ewil de emê li ser sextekirina pasaportên Swêdî rawestin. Belê, wan pasaportên Swêdê ku tu kes bawer nedirin sextekirina wan mumkun e... Lê ev rast e! 200 hezar pasaportên Swêdî yên Yekîtiya Ewropayê niha wenda ne û kê dizane bi rêya vana çendîn penaberên ji şerê Îraqê direvin dê karibin werine Swêdê. Rojnamevan Marie-Janette Löfgren û Nûrî Kîno lêkolîna ku li ser vê babetê çêkirin dawiya hefteyê di bernama Kalîber a radyoya Swêdê de weşandin.

Lê ne tenê pasaportên Swêdî têne sextekirin, ji bo ku penaberên ji Îraqê xwe bigihînin e Swêdê. Herweha pasaportên herî dawî yên Îraqî jî. Navê van pasaportan ”G-pass” e. Bernama Kaliber ya radyoya Swêdê dawiya hefteyê li ser vê teşkîlata mezin a sextekariyê raporek berfereh belavkir. 

Hevkarê me Hîwa Qadir îro pişt nîvro bi balyozê Îraqê yê Swêdê Ahmed Bamernî re li ser sextekirina pasaportên G-pass ên Îraqî hevpeyvînek çêkir. Lê Bamernî dibêje îddîaya sextekirina G-pass ne rast e. Li hêla din hevkarê me Hîwa Qadir her weha bi penaberekî kurd ê qaçax re jî hevpeyvînek çêkir ku wî bi rêya rûşwetê ji xwe re pasaportek G-pass ji Îraqê kiriye.

Partiya Sosyaldemokrat a Swêdê dawiya vê hefteyê komcivînek li darxist û mijara wan a bi tenê nîqaşkirina guhertinên bingehîn ên di siyaseta partiyê de bûn. Seroka partiyê Mona Sahlin dibêje ji bo guhertinên bingehîn pêwîstî bi cesaretê heye. Gelo ev guhertin dê bi çi rengî bin. Ji partiya Sosyaldemokrat Tara Twana bersiva pirsên hevkara Zayele Senem Alp dan:

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".