Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Säpo: ciwanên musluman radîkal dibin!

Hat weşandin tisdag 13 november 2007 kl 16.30

Rêxistina îstixbarata Swêdê, SÄPO, dibêje ciwanên musluman her çendî diçe bêtir radîkal dibin. Lê niha tehdîta pêkhatina çalakiyên terrorîstî li Swêdê tuneye, dibêje pispora terrorîzmê ya li Säpoyê Malena Rembe di hevpeyvînekê de bi Anders Ljungberg och Azariah Kiros ji SR International.

Malena Rembe li rêxistina îstixbarata Swêdê SÄPOyê pispora terrorîzmê ye. Bi ya wê îro tu tehdîtek berçav a çalakiyên terrorîstî li Swêdê tunene.  

- Lê gelek rêxistin li vir hene ku ji bo piştgiriyê li Swêdê pare berhev dikin û dişînin welatên din ku çalakiyên pevçûn û çalakiyên terrozmê pêk tên. Elbet pêşîgirtina xebatên bi vî rengî jî parçeyek ji wezîfa me ye, dibêje Malena Rembe, ji SÄPOyê.

Dema mirov çalakiyên ku li hîn welatên din ên Ewropayê pêk hatine binêre mirov dibîne ku kesên ev pêk anîne li welatekî Ewropa hatine dinê û li vir mezin bûne.

- Sedemê vê jî radîkalîzebûna ciwanên musluman e, dibêje Rembe. Ji ber vê yekê divêt em xemgîn bin ku heger radîkalîzebûna ciwanên musluman ên nifşa dûem û sêem a penaberên li Swêdê jî xurt bibe dibe ku çalakiyên bi vî rengî li Swêdê jî pêk werin.  

Lê gelo ev radikalîzebûn çima pêş dikeve?

- Sedemeke vê ew e ku ciwanên biyanî yên li Swêdê dijîn xwe li derveyê civakê hîs dikin. Ew wusa hîs dikin ku ew ne endamekî rastîn yê civaka Swêdê û civata navnetewî ne, dibêje Malena Rembe.

SÄPO dibêje hedefa wan ew e ku bi van ciwanên radikal re dialog çêbikin û wan ji nav civatên bizerar derxînin derve. Her weha hevkarî bi rêxistinên civakî yên musluman re hevkarî çêbikin ku nîqaşek bidin destpêkirin. Malena Rembe balê dikşîne ser krîza karïkatorên Hz. Muhammed yên li Danîmarka û Swêdê û dibêje:

- Di saya rêxistinên musluman ên Swêdê de ev krîz weke ya li Danîmarkayê kûr û tund nebû. Tiştê pozîtif ew bû ku Hevkariya civatên musluman û civaka Swêdê nîşan jî dan ku mirov dikare pirs û krïzên bi vî rengî di nav sîstema demokratîk yên Swêdê de çareser bike. Ev tecrûbeyek baş bû û mirovên ku heta niha digotin ”Islam û demokrasî nikarin dest bidin hev û bi hev re bimeşin” divêt li ser guhertina fikrên xwe carekî bifikirin.

Hevpeyvîn: Anders Ljungberg û Azariah Kiros.

Werger: Zana Serin

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".