Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Topa zêrîn ji bo Zlatan!

Hat weşandin tisdag 13 november 2007 kl 16.46
1 av 2
Zlatan bi topa zêrîn. Scanpix
2 av 2
Zarokekî ji şewata Amûdê

Xelata topa zêrîn ya sala 2007’an çû ji Zlatan Îbrahîmovîç re. Zlatan weke leyîstikvanê futbolê yê herî jêhatî hat dîtin û ew bi xwe jî gelek kêfxweş bû dema li galaya duh de ev xelat ji bo cara dûem wergirt. Û di galaya Fotbolê ya ku duh êvarê ya di kanala TV4 de hat weşandin Zlatan bi xwe jî li cih hazir bû û xelata xwe wergirt.

Di axaftina xwe de Zlatan got:

”Ez gelek caran derketime ser vê şanoyê û çend caran jî ez nikarîbûme li vir bim. Ez gelek serbilind im ku ev xelat ji bo cara dûem werdigrim. Ev ne tenê xelata min e, her weha wan hezkiriyên min in, ku bêyî alîkariya wan ne mumkun bû ez ev xelat wergirim.”

Säpo: ciwanên musluman radîkal dibin!

Rêxistina îstixbarata Swêdê, SÄPO, dibêje ciwanên musluman her çendî diçe bêtir radîkal dibin. Lê niha tehdîta pêkhatina çalakiyên terrorîstî li Swêdê tuneye, dibêje pispora terrorîzmê ya li Säpoyê Malena Rembe di hevpeyvînekê de bi Anders Ljungberg och Azariah Kiros ji SR International. 

Malena Rembe dibêje îro tu tehdîtek berçav a çalakiyên terrorîstî li Swêdê tunene.

- Lê dema mirov çalakiyên ku li hîn welatên din ên Ewropayê pêk hatine dinêre mirov dibîne ku kesên van pêk anîne li welatekî Ewropa hatine dinê û li vir mezin bûne. Sedemê vê jî radîkalîzebûna ciwanên musluman e, dibêje Rembe. Ji ber vê yekê divêt em xemgîn bin ku heger radîkalîzebûna ciwanên musluman ên nifşa dûem û sêem a penaberên li Swêdê jî xurt bibe dibe ku çalakiyên bi vî rengî li Swêdê jî pêk werin, dibêje Malena Rembe, pispora terorîzmê li Säpoyê.

47 saliya şewata li Amûdê

Îro beriya 47 salan bêhtir ji 283 zarok mirin di sinemayeke teng de mişt agir li bajarê Amûde. Zarok şewitîn bi agirekî bêrahim, agirek cîlek nû bi domana xwe re wenda kir, li bajarê Amûdê. Bajarê ku ji wê rojê de navekî din lê bû. Amûda şewitî.

Ne kêmî 400 zarokan, piraniya wan şagirtên salên yekê ta pêncan bûn û belkî bo gelek ji wan cara pêşî bû ku di jiyana xwe de diçûn sînemê. Bi kêfxweşî li wê rojê dinerîn, lê nizanîbûn bê qeder çi ji wan re amade kiriye.

Ji bilî bêhtir ji 283 zarokên ku şewitîn wê rojê, hindek jê jî xilas bûn û filitîn ji mirinê, çendek ji wan zarokên beriya 47 salan nuha, bi emrê xwe mezinin bûnin li swêdê dijîn, lê çopa şewata sînema Amûdê di jiyan û ramên wan de cihekî taybetî çêkiriye.

Dr. Sededîn Mele yek ji zarokên xwe xilas kir ji agir wê rojê û me peywendî pê re kir bi rêya telefonê.

Kesek din jî ku tasîra vê şawatê tasîr li jiyana wî kir Dr. Abdulbaset seyda ye ku ji Zayele re axivî

Salvegera mirina Cornelius Vreeswijk 

Bernameyek li ser ozanê Swêdî ku 20 sal berê çû ser dilovaniya xwe. Hunera wî û dengê wî guhdarbikin bi wergêra besteyên stranên wî ji dengê Nasir Sîna.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".