Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Gelo pêwîste ku her kes xwedanê zaniyariyên hemwelatiyên ewrûpî bin?

Hat weşandin torsdag 15 november 2007 kl 17.39

Gelo bo penaberan û biyaniyan pêwîste ku dersên taybetî bistînin derbarê zaniyariyên giştî yê hemwelatiyên ewrûpî, dema ku nû tên bo welatekî ji welatên yekîtiya ewrûpayê?   

Bo hemwelatiyan bêhtir pêwîst be ku zaniyariyên xwe nûtir bikin di prinsîpên bingehî yê hevbeşî de, bo hevgunciyê di civakê de, ya behtirînê caran mirov ser diaxivê bêy ku şîroveyeke berfireh vebe ser vê pirsê?

NTG asyl&integration, kar dikin bo pirsên girêdayê penaberiyê û hevginciyê di civakê de, wan xwest ku di rêya semînerekê ku hate lidarxistin li Skansen li Stockholmê doh, çavê rêxistinên azad û dayîreyan resmî veke derbarê van pirsan.

Ji aliyê NTG asyl&integration ve, projeyek di bernameya yekîtiya ewrûpayê de,  Christian Råbergh dibêje ku ev prînsîpên bingehî yên hevbeş bo hevgunciyê, bêhtir derbarê zaniyariyên civaka ku em têde dijîn ne. Û ne wekî mînak derbarê testên zimanin:

Christian Råbergh

- Ev pirsgrêkeke ne bihesane, divê mirov zanibe ku zaniyariyên hemwelatiyan ne bi maneya çêkirina testa ziman tê, zaniyariyên hemwelatiyan tê bi maneya ku  hemû mirovên ku di welatekî de dijîn, bên agahdar kirin derbarê zaniyariyên pêwîst di civakê de, bi heman merc.

Şîroveya derbarê zaniyariyên bingehîn tên şîrove kirin bi awayekî li ser hev, di gelek welatên yekîtiya ewrûpayê de, lê ne zêdê li Swêdê, ev li gor dîtinên Råbergh.

Bo armanca ku ev şîrove xurttir bibe, komisiyona yekîtiya ewrûpayê yanzdeh prînsîpên bingehî bo hevgunciyê, şîret kiriye beriya demekê

Ji nav van prînsîpan, dîtin derbarê siyaseta biyaniyan heye ya ku wê bên şîrove kirin di siyaseta hevgunciya yekîtiyê de, û ya li gor Christian Råbergh, kare bibe pirseke hestyar be.

- Ev her yanzdeh prînsîpen bingehî tenê şiretin û ne mecbûriya bo welatên endam, yek ji van prînsîpan derbarê vê yeka em ser diaxivin, derbarê ku mirov hêvîkirinê ji mirovên nû tên ku rêzê nîşan bidin, ji dîtinên bingehîn yên ewrûpî re. Dîtinên nêzîkî dîtinên cîhanî , wekî demoqratî, prînsîpên dewletên hiqûqî û azadiya dîn û olê. Û ev jî wekî dîtinên ku dewleta swêdê ser hatiye lêkirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".