Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

25 000 jin ji aliyê zilaman ve têne lêdan!

Hat weşandin fredag 16 november 2007 kl 17.43
Her nîv saatî carekî jinek tê lêdan Wêne: Scanpix

Hikûmeta Swêdê bi armanca ku şîddeta li hemberî jinan kêm bike pîlanek tevgerê amade kir. Di vê çarçoveyê de dê bêtir alîkarî bê dayîn ji bo perwerde û lêkolîn, lê her weha jî bêtir pare bidin daîreyên parastina jinan, Kvinnojourer û xebatên ji bo pêşîgirtina şîdedetê. Her wehe hîn pÎlan jî hene ji bo guhertinan qanûnan ya di vê babetê de.

Lê muxalefeta siyasî van hewlên hikûmetê bes nabînin. Ji partiya çep, Vänsterpartietê, Jesefin Brink:

- Beşek mezin ya vê pîlanê pêşniyazên kevin in û berdewamiya nirxandina xebatên destpêkirî ne. Lê elbet hîn tiştên pozîf jî hene.

Tu kesekî muxalefetê li dijî hevkariyek ferehtir nîne, ji bo pêşîgirtina şîddeta zilaman ya li hemberî jinan. Sala çûyî 25 hezar jin, ji ber ku hatine lêdan şîkayetê kirin. Ev jimar tê wê wateyê ku serê her nîv-saatê jinek derb dixwe. Wezîra Edaletê Beatrice Ask dixwaze bêtir kapasîte û desthelatî bide meqamên edlî ku li ser lêdana jinan lêgerînan bikin û zilamên li jinan didin jî bi-sabiqe bikin. Her weha divêt îmkanên tedawiyê jî bêne dayîn ji bo zilamên ku şîddetê bikar tînin.

- Divêt ew zilam jî fam bikin ku ew bi xwe ne mexdûr in, lê belê mirovên xwedî berpirsiyariyanin. Û divêt ew fam bikin ku di şûna kulmên xwe de mejiyê xwe bixebitînin, dibêje Beatrice Ask, wezîra edaletê.

Gotara Şukran Kavak ya li ser nexwestina fêrbûnê ya nezanan bi mînakên ji serdaneke ji wezîrekî ji Kurdistanê û pêşangehek hunerî ya li ser antenên parabol ya li taxa Tensta ya li derveyê bajarê Stockholmê.

Public Service, ango xizmeta gel, navê wê xebata radyoyî an jî televîzyonî ye ku armanca wê, ji bo civakê, çêkirin û weşandina bernameyên bi kalîte ne. Lê terma Publik Service bi gelek awayî tê şîrovekirin. Hevkarê me Nasir Sîna, ku li ser vê babetê pirtûkek bi kurdî amade kiriye, vê fenomenê dê bi we bide nasandin.

Keçên kurdan ne qurbanên reben in!, dibêje Rojda ya 17 salî, xelatgira festîvala filmên kurt ”Förortish filmfestival” e, Ew dixwaze bi rêya huner û filmên xwe nêrîna çapemeniyaswêdî ya di derbarê keçên kurdan de biguherîne. Bi ya wê çapemeniya vî welatî Keçên Kurd, gelek caran wekî keçên bindest nîşan didin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".