Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Civînên li ser Kurdistanê li Stockholmê...

Hat weşandin fredag 23 november 2007 kl 16.44

Duh hem li parlamentoya Swêdê û hem jî di semînerekê de ku ji aliyê Hikûmeta herêma Kurdistanê (KRG Nordic) ve li Stockholmê hat li darxistin meseleyên weke demokrasî, aloziya di ser sînor ya li Tirkiyê û meseleya Partiya karkerên Kurdistanê hat axaftin.

Di semînera Rojhilata Navîn û Demokrasî ya li parlamentoya Swêdê de bang û daxuyaniyên nûnerên kurd. Partiya gel a liberal a Swêdê, Folkpartiet, duh li parlamentoya Swêdê li ser pirsa derfetên cîhanê ya xurtkirina demokrasiyê li Rojhilata Navîn semînerek li darxist. Khalid Salih akademisyenê kurd û nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê li parlamentoya Swêdê de li ser şertên demokrasiyê li Rojhilata Navîn axivî û li ser aloziya dawî ya li Tirkiyê jî bersiva pirsên hevkarê me Nasir Sîna da.

Serdanvanekî din ji Hikûmeta herêma KurdistanêTaha Berwarî bû, wezîrê spor û ciwanan... Berwarî piştî çend civînên li welatên cûda yên Ewropayê hat Swêdê û duh êvarê li avahiya Citykonferensen a Stockholmê semînerek li darxist. Di vê civînê de zêdeyî 100 kurd û swêdî beşdar bûn. Di semînerê de Berwarî li ser babetên wekî xebata wezareta xwe, pirsa penaberiyê ya başûrê Kurdistanê û maddeya 140 ya li ser referanduma Kêrkûkê axivî. Beşa dawî ya semînerê jî li ser aloziya dawî ya di navbera dewleta Tirk, Emerîka, Hikûmeta herêma Kurdistanê û Partiya karkerên Kurdistan PKK de bû. Piştî semînerê Taha Berwarî li ser vê aloziya hefteyên dawî mulaqatek da Zayele.

Daîreya sûcên krîmînal ya polêsê Swêdê li dijî sûcên bi rêkxistî xebateke baş nake! Ev rexne ne ji çapemenî û ne jî ji siyasetvanan tê. Ev rexne ji aliyê wan polêsan ve tê ku di xebata xwe ya rojane de bi kesên krîmînal yên wekî çeteyên motosîkletan re rû-bi-rû ne.

Her weha guhên xwe bidin gotarekê ji hevkara me Şukran Kavak ku tiştên li ber dilê xwe girîng û şîrîn tîne ziman.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".