Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Rexneyên xurt tên kirin li Göran Johansson

Hat weşandin onsdag 28 november 2007 kl 16.00

Göran Johansson ji partiya socialdemokratan û berpirsê komîteya serekî ya belediya Göteborg dibîne ku ew kesên penaber yën ji îraqê bi rêya qeçaxî hatinin bo Swêdê, gerek bên vegerandin yekser û rûniştin ji wan re neyên qebû kirin.

Ev dîtina jî bi awayekî xurt tên rexne kirin ji aliyê hukûmetê ve û hem jî ji aliyê partiya wî bi xwe, ya socialdemoqratan. Seroka partiyê Mona Sahlin bi carekê re

Göran Johansson dibêje ku vegerandina penaberên ku têne bo swêdê bi halîkariya qaçaxçiyên mirovan dibin û tînin, awayê tenê ye ku mirov kare bi awayekî diyar kirî neqebûlkirina qaçaxa mirovan nîşan bide.

- Qezenckirina peran ser hesabê nexweşiya mirovan, tişteke nayên qebûl kirin.

Eger wisa bû û swêd sînoran daneyne bo mesela penaberan, û wisa bû ku şansên mirov bêhtir bibe eger birêya qaçaxiyê bên ji dêvla rêkên din, wê demê mesela qacaxiya penaberan bo swêdê dibe mîna agirê gur û mîna awayekî baş hesab dibe.

Lehiyên penaberan bo swêdê jî bêhtir dibe bi vê yekê re jî.

Îro roj bêhtirînê penaberên ji îraqê tên, bi rêya qaçaxiyê re tên. Hejmara wan kesan digihêje 20 000 penaber. Maneya vê yekê jî ewe ku kesên xwedan pere bin karin xwe ji welat derxînin, ev li gor dîtina Göran Johansson û yê dibêje ku ji ber vê jî daxwaza reaksiyonekê dike ji hukûmeta swêdê.

Ne tenê partiya wî dijî pêşniyara wî sekiniye, wezîrê koç Tobias Billström jî ne bi hizrên wî re ye.

- Ev yeka min zêde nearam dike, diyare haya wî ji qanûnên navneteweyî tuneye. Prînsîpeke bingehîne ku jinûve li rewşa wan bên nerîn, ev ji mafê her kesî ye, û pêwîstiya parastinê ya dawî biryarê dide.

Mona Salin , seroka partiya socialdemoqratan bi hêz xwe dûr dixe ji pêşniyara Johansson û dibêje:

- Bi dîtina min ev pêşniyareke bêaqilane û neheqe, mafên penaberiyê nayên kompromise kirin, ne bi yek milîmêtrî. Hemû kesên ku têne swêdê mafên wan tunene ku bimînin, lê bo her kesî ew maf heye ku rewşa wan bêne ceribandin eger sebebên wan yên penaberî hebin yan na û mirov nikare bi awayekî giştî li wan binere .

Johansson bawer nake ku ew kesên bi sebebên penaberiyê, wê zehmetê bikêşin eger bi awayekî qanûnï xwe bighînin swêdê, eger pêşniyara wî bi rastî pêkhatiba, pêşniyara vegerandina penaberan yekser eger bi halîkariya qecaxtiya mirovan hatibin. Johansson:

- Sed ji sedî ew kes henin yên xwedan sebeb, lê wê demê bila bên vê derê wekî her kesî. Me hezaran gelek kes wergirtine di dehanê salan de.

Mona Sahlin dibîne ku ya herî girîng ewe ku nuha beledîyên bêhtir penaberan wergirin:

- Mirov kare tenê wan kesên xwe mijûl dikin bi vî karî ve ceze bike û ne ew penaberên ku ji necerebûnê mecbûr dibin rëya qeçaxiyê bikar bînin  bo xwe xilas bikin ji welatên di rewşên şer de.

Ev divê hukûmet ser misteweya yekîtiya ewrûpayê de şîrove bike, pirsên girêdayê wergirtina penaberên bêhtir.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".