Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Dawî hat li qedexeya sefera balafiran

Hat weşandin torsdag 29 november 2007 kl 17.02

Ev demekê ye ku Swêd dixwaze derdora 1400 kurdên penaxwaz paşve bişîne başûrê Kurdistanê. Lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê vegera wan qebûl nake. Çend sedemên vê yekê hene û di bernama îro de emê hewl bidin vana zelal bikin. Lê ewil guhên xwe bidin çîroka penaxwazek kurd ku polêsê Swêdê dawiya hefteya derbasbûyî de bi wî re seyehetek çûyîn û vegera Kurdistanê kir.

Daîreya hewayî ya Swêdê seferên balafiran yên ji bo başûrê Kurdistanê ji nû ve dide destpêkirin. Gelo dê qedera wan hezar û pênc sed penaxwazên kurd ku Swêd dixwaze vegerîne başûrê Kurdistanê dê çi bibe.

Guhdariya penaxwazek kurd bikin ku polêsên Swêd bi wî re vegeriyan başûr.

Her weha daxuyaniya şefê enformasyonê yê Daîreya hewayî Luftfartsstyrelsen, helwesta nûnerê Hikûmeta herêma Kurdistanê Ali Awnî û şîroveya rojnamevan Kurdo Baksî ya di vî derbarî de…

Wekî din ji rojeva Swêdê: nerazîbûnên piştî êrîşa bi kêr li dibistanekî li bakûrê Stockholmê û stranek ji Adnan Kerim ”Zulfî Tar”…

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".