Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

30 heyva Mijdarê 2007

Hat weşandin fredag 30 november 2007 kl 17.46

Doh êvarê meşeke mezin hate li dar xistin li derdora Stockholmê, Husby. Navebera 400 ta 500 kesên aciz û dilşikesî civiya bûn li meydana sûka Husby bo bi hevre dengê xwe bilind bikin dijî şirketa xaniyan, Svenska bostäder, ya dixwaze xelkê ji malên wan derxîne bo ku ji nûve xaniyan lêkin bi refahake lyx ya bilind, û bi vê yekê re jî helbetê kirên xaniyan jî bilind dibin. Ne tenê bilind, kirên ku bi dîtina xelkê Husby digihêjin asman. Têne gotin ku kirên nû piştî ji nûve lêkirinê wê dora 70 % ji sedî ji kirên berê bêhtir bibin. Ev bûyer jî beşeke ji projeya bi navê ”Järvalyftet ”e, jinûve lêkirina herêma Järva.

Sibe roja cîhanî ye ya nexweşiya aids,bi vê rojê jî re deng û reaksiyon bilind dibin di cîhanê de û her weha li Swêdê jî projeyên taybetî ser vê nexweşiyê tên pêşkêş kirin.

Navenda Parastina Zarokên li Îraqê, saziyek dilxwaz e ku ev çend sal in hem li Îraqê, hem li başûrê Kurdistanê û hem jî li Swêd û Ewropayê hewl dide ku balê bikşîne ser rewşa xedar ya zarokên ku neçar in li kuçeyan bijîn. Berpirsiyarên navendê rexne li hikûmet û dezgehên dewletî digrin û dibêjin ”heger ew bi van pirsan re naxwazin dakevin bila rê bidin saziyên wekî yên me ku karekî humanîter bikin!”… Navenda parastina Zarokan li Îraqê hefteya çûyî tevlî rojên entegrasyonê yên bajarê Gävleyê bû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".