Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
ئاگاداری! لە ناوچەی کرونوئۆسەن ئاگرێکی بەهێز کەوتۆتەوە

Civîna Neteweyên Yekgirtî ya ji bo îklîmê dest pê kir

Hat weşandin måndag 3 december 2007 kl 15.37

Îro civîna Neteweyên Yekgirtî (FN) ya ji bo îklîmê li grava Balîye li Indonesyaye dest pê kir û beşdarên civînê dê hewl bidin ku rê vekin bo peymaneka nuh ya îklîmê, ji ber ku peymana îro, bi nave peymana Kyoto, di sala 2012ê de xilas dibe. Delegasyona Swêd li Balîye ji 40 kesî pêk tê û serokê wan Anders Turesson e.

- Herî girîng ew e ku em di vê civînê de bikaribin prosesekê dest pê bikin. Divê em dîyar bikin ku pirsên îklîmê pişt sala 2012ê dê çawa bên çareserkirin, dibêje Anders Tureson. 

Armanca civînê ew e ku welatên dewlemend, yanî xwedî îndustrî, divê belavkirina qirêjiya bixeter ji peymana berî kêmtir bikin.

- Em hêvî dikin ku welatên îndustrî gemara xwe ya qirêj û bixeter qabul bikin û di vê peyama nuh de soz bidin ku vê gemarê kêm bikin. Her weha em hêvî dikin ku hewesa welaten ku pêşdikevin jî mezintir bibe ji bo belavnekirina gemara bixeter, bi teybetî welatên mezin û welatên ku zû pêşdikevin, dibêje Turesson.

Lê gelo, rola welatên Yekîtîya Ewrupayê di vê prosesê de çi ye?

- Yekîtîya Ewrupayê di vê pirsê de pêşeng e. Rola wan girîng e ji ber ku li Yekitîya Ewropayê proseseka navneteweyî ya îklimê heye, dibêje Anders Turesson ji delegasyona Swêdî ku niha li Balî ye.

Yekîtîya Ewrupayê giranîya xwe dide ser pirsên îklîmê û di nav yekîtîyê de ji xwe planek ji bo kêmkirina belavkirina gemara bixeter heye. Lê çend heb ji endamên nuh yên Yekîtîyê naxwazin tu sozê bidin bo kêmkirineka weha.

Lê ne tenê kêmkirina belavkirina gemarê ya welatên ewrupî giring e, her weha pêbendîya welatên feqîr ku pêşdikevin girîng e, wek mînak Çîn û Hîndîstan, ji ber ku belavkirina wan ya gemara bixeter bilindtir dibe.

- Em hêvîdar in ku di demek kin de, ew di nav proseseka navnetewî de dikarin qebul bikin ku divê ew jî hewesa xwe ya ji bo pirsên îklîmê û kêmkirina belavkirina gemara bixeter bilindtir bikin. Lê her weha em ji wan nikarin bipên ku ew bi qasî welatên Ewrupî belavkirina gemara xwe ya bixeter kêm bikin, dibêje Anders Turesson.

Lê welatê ku heta niha peymana Kyoto îmza nekiriye Amerîka ye, û ji çaran yekê gemar û gazên bi xeter ew belav dikin. Û ji bo ve konferensa li Balî jî Amerîkayê gotîye: ”Em tu peymanan îmze nakin lê em dikarin bi daxwaza xwe belavkirina gemar û gazên bixeter kêm bikin”.

Turesson dibêje, li ser dîtîna Amerîkayê di vê cîvînê de nikare biryar bê dayin, ji ber ku li Amerîkayê sala tê hukumetek nuh dikare bibe xwedî desthilat û ancax wê çaxê dîtîn û pêbendîya Amerîkayê dikare dîyar bibe.

Rapora panela îklîme ye Neteweyên Yekirtî nîşan dide ku germîya dinyayê zûtir zêdetir dibe, loma ku mirov naxwaze di pêşêrojê de wek lehî an zuhayîyê bibîne divê mirov ji niha ve belavkirina gemara bixeter kêm bike.

- Loma ji bo xebata pêşêrojê posesek postîf û strukturek baş girîng e li civîna navnetewî ya li Balîyê, dibêje Anders turesson ji delegasyona Swêdî.

Civîna îklîmê, li Balîye, heta 14ê meha 12 dom dike û 190 welat beşdar dibin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".