Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Konferansek li ser kurdan li Brukselê

Hat weşandin måndag 3 december 2007 kl 17.28

Konferansek ku li ser danûstendinên Yekîtiya Ewropa, Tirkiye û pirsa kurdî radiweste îro li Brukselê li avahiya Parlamentoya Ewropayê destpêkir. Li gor agahiyên Ajansa nûçeyan firatê axaftina vekirinê ya konferansê ji aliyê siyasetmedara kurd Leyla Zana û parêzvana mafên mirovan Bianca Jagger vet hat kirin. Di nav piştgirên konferansê de xelatgirê nobelê beşê edebiyatê Harold Pinter û xelatgirên nobelê yên aşîtiyê piskopoz Desmond Tutu û Şîrîn Ebadî ya îranî hene.

Biyaniyên ku li Swêdê teqawid bûne û dixwazin vegerin welatên xwe divêt karibin alîkariya aborî wergirin. Ev pêşniyazekê partiya Moderat e ku ew dixwazin berya hilbijartinên 2010 weke siyaseteke entegrasyonê û li dijî segregasyonê formule bikin. Emîna Kirzovîç, dabêşner li buroya vegera jinûve ya şaredariya Stockholmê, di vî derbarî de agahî dide.

Li girava Balî ya Endonezyayê îro civîna Neteweyên Yekbûyî ya ji bo îklimê destpêkir. Di vê civînê de ku hemû dewletên endam beşdar dibin wê di derbarê peymanek nû ya îklîma cîhanê de nîqaş û muzakere bêne kirin. Ji ber ku peymana berê ya Kyotoyê di sala 2012’an de bi dawî dibe girîng e ku dewletên beşdar li ser peymanek nû li hev bikin. Delegasyona Swêdê ya li Balîye ji 40 kesî pêk. Civîna îklîmê ya li Balîye, heta 14ê meha kanûnê dom dike û 190 welat têde beşdar dibin.

Van salên dawî mirovên bêmal ên li bajarên weke Stockholm, Göteborg û Malmöyê bûye wêneyek normal. Lê doktor û civaknas dibêjin rewşa bêmalan her çendî diçe xerabtir dibe. Niha li bêmalan grubên wekî ciwan û biyanî jî zêde bûne. Socionom Magnus Lindberg, li bajarê Malmöyê di tîmekê seyyar de kar dike û behsa rewşa vê grubên nû dike.

Vê êvarê restorantekê nû ya kurdî li navenda bajarê Stockholmê deriyên xwe ji muşteriyan re vedike. Hevkara me Şukran Kavak çend rojberê çû naskirina vê restoranta bi navê Mezopotamya.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".