Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
ئاگاداری! لە ناوچەی کرونوئۆسەن ئاگرێکی بەهێز کەوتۆتەوە

Alozî, dîplomasî û konferans - encamên wan ji bo kurdan...

Hat weşandin tisdag 4 december 2007 kl 17.58

Encamên aloziya dawî ya di navbera dewleta tirk, PKK, hikûmeta herêma Kurdistanê, û Emerîkayê çi ne?

Vê pêvajoyê bandorek çawa li ser aliyên aloziyê kir û di aktuellbûna pirsa kurdî de girîngiya wê çi ye?

Her weha konferansa li ser mesela kurd li Parlamentoya Ewropayê û encamên wê.

Di vî derbarî de hevpeyvînek bi endama Parlamentoya Ewropayê ya kurd, Feleknas Uca û di studyoyê de nîqaş bi siyasetnas Sait Gûven û Rebwar Reşîd re.

Ev çend hefte ne aloziyek mezin li ser sînorê başûr û bakûrê Kurdistanê heye. Û pêvajo, di esasê xwe de buharê destpêkir: Fermandariya gîştî ya Tirk, di mesela kurdan de çend xalên bingehîn dan pêş xwe û kampanyayek mezin da destpêkirin. Li ser hikûmeta AKP zextek mezin kir ku di hêla siyasî de tevlî vê kampanya wan bibin. Hefteyên derbasbûyî dîsa çend generalên payebilind yên artêşa tirk ji rojnama tirkî Milliyet re axivîn û li wir hedefên dewletê yên di mesela kurdî de wuha rêz kirin. 

1.      Pêşîgirtina çêbûna dewletek kurdî.

2.      Pêşîgirtina çêbûna referandûma Kêrkûkê.

3.      Têkbirina PKK.

Gelo Tirkiye di vê pêvajoya kin de çi bidest xistin?

Helwestên li başûrê Kurdistanê di destpêkê de gelekî zelal û tund bûn li hemberî Tirkiyê. Ev helwest di nav vê pêvajoya kin de çawa guherî?

Duh li Parlamentoya Ewropayê konferansek li ser mesela kurd destpêkir û îro jî berdewam e. Navdarên navnetewî yên wekî nivîskar Harold Pinter, Yaşar Kemal û Noam Chomsky û her weha xelatgirê aşitiyê yê nobelê yê wekî Desmond Tutu jî piştgirî dan vê konferansê.

Di axaftinên duh de herî zêde ya Leyla Zana bal kişand. Ew bi kurdî axivî û di warê çareseriyê de got pêwîste mesela kurdî êdî weke pirsekî asayîşê neyê dîtin û rola serokê PKK Abdullah Öcalan ya di çareseriyekê de girîng e.

Li hêla din hevserokê komisyona parlamentoyê ya Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê, Joost Laagendijk jî bang li siyasetmedarên ji Partiya civaka demokratîk DTP kirin ku mesafe têxe nav xwe û PKKê, ji bo ku çareseriyek mumkun be.

Her weha guhdariya endama kurd ya Parlamentoya Ewropayê, Feleknas Uca bikin, ku li ser rêya xwe ya çûndina konferansê bersiva pirsên Zayele dan.

Tirkiye û Emerîka ji DTP daxwaz dikin ku mesafe têxe navbera xwe û Partiya Karkerên Kurdistan, PKK û ew weke rêxistinek terrorîst binav bike. Gelo di rastiyê de kiryarek bi vî rengî dikare rêya çareseriya pirsa kurd vebike?

Balyozê emerîkî yê Tirkiyê Wilson bi hîn siyasetvanên kurd ên dûrê DTPê re taştê xwar û civîn çêkir. Gelo çêkirina alternatifên temsîlkirina kurdan yên derveyê DTPê çiqas reyalîst e?

Ev van mijar û pirsan di bernama xwe de bi siyasetnasên kurd Sait Güven û Rebwar Reşîd re nîqaş dikin.

Û her weha nûçeyek ji rojeva Swêdê: Xelatên wêjeyê yên August, xwediyên xwe dîtin. Xelata August ji aliyê komeleya weşangerên Swêdê ve di beşên kîtebên wêjeyî, yên dokumenterî û yên zarok û ciwanan de tê belavkirin. Rapora Nasir Sina.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".