Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Xeteke telefonê ji bo alîkarîya jinên ku tuşî şîddetê bûne vebû

Hat weşandin onsdag 5 december 2007 kl 15.23

Doh, ji alîye wezîra pirsên wekhevî/yeksanîyê, xeteke telefonê ya nuh ji bo jinên ku tûşî şîddetê bûne, vebû. Ev xeta nuh dê ji bo SOSê, Serwîsa qeza û ewlehîya civatê, bibe temamkar ya alîkarek.

Åsa Witlowski, şefa xebatê ye û behsa pêwîstîya vê xeta nuh dike:
- Ji bo jinên ku marûzî şîdetê bûne û ji bo mirovên ku nêzê wan in, girîng e ku ew bikiribin alîkarî û destekê wergirin, ev xeta nuh ji bo wan e û her roj 24 saatan vekirî ye, Witkovski dom dike.

Åsa Witkowski behsa teybetmendîya alîkarîya jinên ku ji aliyê mirovên nêzî xwe, ango ji alîyê mêr an hevalê xwe ve tuşîye şîddet bûne, dike:

- Pir caran em xwe nagînin van jinan, ji ber ku ew îzole bûne ji alîye mêrên xwe ve, loma girîng e ku xeteke telefonê hebe ku dema ev jin bixwazin bikaribin telefon bikin. Herî asayî ewe ku dema ev îzolekirina jinên ku tûşî şîddetê bûne demeke dirêj dajo, dawî dawî bixwezanîna jinan jî nizm û xirab dibe. Di encamê de heval û mirovên li derdora wan kêm dibin. Wê çaxê jin pir caran nizanin dê çawa bikaribin dev ji wê hevaltî an zewaca xerabker berdin, dibêje Witkowski.

Lê gelo, dema jinek alîkarî dixwaze, ev xeta nuh dikare çawa alîkarîya wê bike?

- Ku ew naxwaze navê xwe bêje, em tenê guhdarîya wê û problemên wê dikin. Lê ku ew bixwaze nav û cîyê xwe yê rûniştinê bêje, em dikarin çareserîyeka demdirêj ku li bajarê wê heye pêşkêş bikin, wek mînak xizmeta civakî (socialtjänst) an stargehên jinan (kvinnojour).

Lê ev xeta telefonê ya nuh ne tenê ji bo jinên ku ji alîye mêr an hevalê xwe ve marûzê şîddet bûne ye , lê her weha ji bo mirovên din yên ku li nêzê wan in ne jî. Ji ber ku ew pir caran nerehet in.

- Wek mînak, ku ew bizanibin xwişk an belkî hevala wan tuşî sîddetê dibe, ew jî belkî bixwazin bizanibin, gelo, ew dikarin çawa alîkarîyê bikin, dibêje Kristina Svensson ku rêverbira projeyê ye.

Telefonkirina xeta nuh belaş e û dema ku mirov telefona wan dike, nimra telefona mirov di fatûreya telefonê de xuya nake.

- Ev girîng e, dibêje Kristina Svensson, ji ber ku, ku mêrê jinikê bizanibe wê ji bo alîkarîyê, telefona xeta me kiriye, dikare biqere, dibêje Svensson.

Ev xeta nû ji alîyê Navenda Netewî ya zanyarî ya di derbarê şîddeta mêran li hember jinan (Nationellt centrum för kunskap om mäns våld mot kvinnor) ve hatîye avakirin û Nexweşxaneya Akademiska li Uppsalayê dê rêve bibe.

Nimra xetê: 020 50 50 50

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".