Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Skandala Geijer jinûve di rojevê de...

Hat weşandin torsdag 6 december 2007 kl 16.39

Dido jinên ku 30 sal berê, di emrê 14 salî de hatibûn xapandin ku li kerxaneyek li Stockholmê kar bikin, duh li dewleta Swêdê dawe vekirin. Bi îddîaya van jinên ku wê demê zarok bûn, di nav muşteriyên wan de wezîrên hikûmetê û siyasetmedarên paye bilind jî hebûne û hikûmetên Swêdê bi veşartina rastiyên li ser vê bûyerê, wan mexdûr kirine.

Yek ji wan keçên wê demê 14 salî, Eva Bengtsson e, ku duh cara ewil piştî 30 salan derket pêş çapemeniyê.

- Ez dixwazim ev çîrok bi dawî bibe ku ez karibim jiyana xwe berdewam bikim. Em hatine jibîrkirin. Her tim hinekan ev bûyer veşartine. Ji ber vê ez niha xwe eşkere dikim, dibêje Eva Bengtsson a ku her weha îddîa dike ku di nav van 30 salan de gelek agahiyên biçûk li ser hev kom bûne û ew bûyer ronî kiriye û dibêje:

- Ez dixwazim ku dewlet ji min uzrê xwe bixwaze!

Navê wê bûyera ku Eva Bengtsson ji bo xwe uzirê dewletê û milyonekî kron tezmînat dixwaze di dîroka Swêdê de weke ”skandala Geijer – Geijeraffären” tê binavkirin. 

Geijer, an jî Lennart Geijer heta sala 1976’an di hikûmeta sosyaldemokrat ya Olof Palme de wezîrê edaletê bû. Û li gorî îddîayan, li wê kerxaneya ku ew her dû jinên ku wêdemê keçên 14 salî bûn, lê kar dikirin wezîrê edaletê Lennart Geijer yek ji muşteriyan bû û li wir bi berdêla pare xizmeta jinên laşfiroş dikirî.

Lê ev skandal ne bi çîroka van her dû keçan destpêkir. Li wê kerxaneya li navenda Stockholmê her weha gelek dîplomatên biyanî û mirovên di civakê Swêdî de xwedî desthelatî jî muşterî bûn. Polês bawer dikir ku patrona vê kerxanê Dorîs Hopp danûstendina xwe bi îstixbaratên welatên bloqa sosyalîst ya Ewropa rojhilat re heye û ji ber vê yekê li telefona wê guhdar dikir û wê û xebata wê taqîb dikir. Di encama vê lêkolînê de şefêpolêsê netewî rapor û lîsteyek navan dabû serokwezîrê demê Olof Palme ku têde navên siyasetvanên bilind hebûn, û çûndina wan a kerxaneyek ku di nav xebatkar û muşteriyên wan de kes û dîplomatên ji Polonyayê hebûn weke rîskekê li hemberî ewlekariya welat hatibû nirxandin. Yek ji van navan jî yê Wezîrê edaletê Lennart Geijer bûn.

Rojnameya Dagens Nyheter di sala 1977’an de aşkere kiribû ku navê wezîrê Edaletê Lennart Geijer jî di vê lîsteyê de heye. Lê Olof Palme ev agahî derewîn kiribû û ji Dagens Nyheter daxwaz kiribû ku ji Geijer uzrê xwe bixwaze û tezmînata pare bide wî û ev jî pêk hatibû.

Piştre ev skandal di sala 1978’an de carek din hat rojevê û serok-wezîrê demê Torbjörn Fälldinê ji partiya Center li parlamentoyê ev bûyer şermezarkiribû û gotibû:

- Navê min bi xwe jî di lîsteyê de heye û ji ber vê yekê gereke mirov bawerî bi îftîrayan neynê. Ji bo ku îftîra bêtir negerin ez navên din ên di lîsteyê de aşkere nakim.

Lê Eva Bengtsson bi xwe dibêje piştî demekê ku ji kerxanê dûr ket wê li nûçeyên televizyonê temaşe kir û li wir çend ji muşteriyên xwe naskirin.

- Yek ji wan Thorbjörn Fälldin û yê din jî Lennart Geijer bû. Û ez gelek ewle me ku ev her dû siyasetvanên payebilind bûn ku bi min re razan.

Lê hem wezîrê edaletê Lennart Geijer û hem jî serokwezîrê demê Thornbjörn Fälldin bi awayek tund van îddîayan red kiribûn.

Navê Eva Bengtssona 14 salî û kuzena wê ya di heman emrî de, di encama dawaya li dijî patrona kerxanê de aşkere bûbûn û di nav ewraqên mehkemê de cîh girtibû.

Lê Bengtsson 30 sal bêdeng ma û dibêje sedema vê bêdenagiya wê ew bû ku wê dixwest ev bûyer jibîr bike û ji ber ku her cara bûyer dihat rojevê bi carekê ve dihat veşartin.

Lê, Gelo Eva Bengtsson ev mesele piştî 30 salan tîne rojevê ji ber ku ew dixwaze tezmînatek milyonek kronî wergire?

- Gelek jinên ku weke laşfiroş kar dikirin ji vî tiştî agahdar in, SÄPO ev tişt dizane û ji ber çi ezê derewa bikim. Tu sedemek min tuneye, dibêje Bengtsson.

Û piştî 30 salan, duh, Eva Bengtsson bi avukatê xwe re cara ewil derket pêş çapemeniyê û çîroka xwe got û dawa tazmînatê kir. Avukatê Bengsson Niklas Karlsson dibêje:

- Sedemê daxwaza tazmînatê ew e ku Eva û kuzena wê seranserê jiyana xwe, tevî ku dewlet pê zanibûn jî li hemberï sûcê ku sucdaran li hember mexdûran kiribû tu tedbîr negirtiye.

Siyasetvanekî din ku tê îddîakirin ew jî muşterî bû ye, serokê berê yê Centerê Olof Johansson e. Lê Johansson dibêje berê jî dema ev îddîayên li dijê wî hatine rojevê wî bi belge îspat kiriye ku ew bê sûc e.

- Derewekî, bi dûbarekirinên nabe rastîyek, dibêj Johansson.

Hiqûqnasê navdar Leif G W Persson wê demê, di sala 1977 li cem şefê polêsê ku rapor amade kir kar dikir û agahiya ku wezîrê edaletê Lennart Geijer muşteriyê kerxanê bû jî wî bi xwe dabû rojnama Dagens Nyheterê. Lê GW Person îro dibêje:

- Piştî lêkolînek kûr ew êdî dizane ku ne Thorbjörn Fälldin û Olof Johansson ne muşteriyên Doris Hopp bûne. Tu belgeyek bi tenê jî ji dosyaya lêpirsîn û daweyê de tuneye ku karibe vê yekê nîşan bide, dibêje Leif GW Persson.

Zana Serin

zana.serin@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".