Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Giliyê goştê kevin digîhêje destê dozger.

Hat weşandin fredag 7 december 2007 kl 16.16

Piştî ku hate eşkere kirin ku gelek ji dukanên ICA yê mezin bi awayekî ne durist goştê xwe yê çerx kirî firotiye mişteriyên xwe, hişt ku çend ji saziyên herêmî gilî nameyên xwe bigihînin dozger.

Piştî vê eşkere kirinê ne tenê saziyên herêmî reaksiyonên xurt nîşan danin, muşteiyên ICA yê jî bi acizbûn nerazîbûna xwe nîşan danin.  Ev nêrîn û lêkolînên hate çekirin, li çar ji dukanên herî mezintirînê ICA yê li belediya Nacka, Haninge, Botkyrka û Södertälje, hate çêkirin.

Daniel Selin, çavdêrê xwarinê ye li belediya Nacka li derdora Stockholmê, û ew jî wê peywendiyê deyne bi van dukanan re:

- Em nuha mijûlin bi gilî kirin li dij ICA Maxi li herêma Nackayê, ya emê bişînin ji dozger re piçekî derengtir îro.

- Emê kesna ji aliyê dukanê jî bibînin bo em şîrove bikin bê ka ew çi karin bikin bo ev mesele careke din dubare nebe. Bo muşterî karibin bi bawer bin ji xwarina ku dukirin ji dukanê de.

Ev mesele hate eşkere kirin dema bernameya telefiziyona swêdê, Uppdrag granskning, bi dizî filmê kişandin di van dukanan de û karê mijûl bûna bi goşt re dîtin di çar ji dukanên ICA yê herê mezin di herêma Stockholmê de.

Goştê firotinê yê kevin dibû, êtîketê wan û kaxeza ser wan dugerandin û dikirin bi tarîxa wê rojê, lastîka tenik ya ser goşt radibü û careke din ji nû de dikete makîna markeyan de.

Wêneyên ku hatibûn girtin di vê bernameyê de jî nîşan didan bê çawa goştê kevin dibû, careke din di kete makîna çarxê de bo bibe goştê hûr û çerix kirî, û ji bilî wê jî dihatin nîşan dan, çawa goştê dikete erdê dîsan dihatin ra kirin û dikete pakêtên nû de. Çavdêrê xwazrinê Daniel Selin, bi xurtî li dijî vê yekê derket û got:

- Belê , mirov kare carna têkeve şika ku kêmasî carna henin di karên mîna vî karî de, lê dîsa jî ne bi vî awayê xirab û bi vê ber firehîyê de.

Li gor saziya xwarinê, Livsmedelverket, marke kirina tiştê kevin, bêgoman tewaneke qanûniye û ev yeka wê bên lê nerîn bi giranî di perwerdeyên saziya xwarinê de bi rêya lêkolînerê wan, Peter Brådenmark dibêje ku ev rîsk heye bo mesrefkaran:

- Eger baktêriyên pîs hebin di berheman de, wê demê riska ku mirov kare pê nexweş bikeve her çend dem pê ve diçe . piştî tarîxa ku derbasbûye.

Ji birêvebiriya ICA yê, nuha agahdarî danin dest belediyan û planê xwe wê deynin bo, perwerdekirina karkerên dukanan yën kar dikin bi xwarinên taze re.

Peder Persson, serokê giştî yê ICA yê li Swêdê, dibêje ku nuha jî ICA şîrove dike bê çawa şefê van dukanên ku bi awayekî nebaş û tawanbar mijûl kirina xwe bi goşt ve diyar kirine, ceze bike.

- Emê bêgoman hebûna derfetên cezadana aborî şîrove bikin, lê em hîna derbarê vê xalê temam nebûne.

Lêkolînê saziya xwarinê Hans Hallén dibêje ku hîna ji sala 2003 ev tawanbarî dihatin kirin di dukanan ICA yê de.     

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".