Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hunermend Thore Skogman wefat kir

Hat weşandin måndag 10 december 2007 kl 15.13

Hunermend Thore Skogman, di sala 1931ê de li Hallstahammar li Västmanlandê hat dunyayê. Dema ku ew 19 salî bû, cara yekem derket ser sehnê û çend sal pişt wê albûma wî ya pêşî derket.

Skogman di jiyana xwe de 1200 stran çêkirine, çend ji stranên wî yên bi nav û deng Fröken Fräken, Tiotusen röda rosor û Surströmmingspolka ne.

Her weha Thore Skogman, ji bilî muzîkçêkirinê, beşdarî programên radio û televizyonê û fîlman jî bûye. Vê havîne di Radyoya Swêdê de sommarpratare, yanê axaftvanê havîne bû:

Di vê dema dawîyê de Thore Skogman nexweş bû, û di dawîya hefteya derbasbûyî de li nexweşxaneya Gävle wefat kir.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".