Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hejmara kesên ku ji bo ticareta mirovan ceza girtine rekor şkand

Hat weşandin måndag 10 december 2007 kl 15.17

Li Swêdê, par ji salên berê pirtir mirov ji bo ticareta morvan hatin ceza kirin. Li gor rapora Daîreya Kriminal an tawankarî ya Polîs (Rikskriminalpolisen), par ji bo ticareta mirovan 11 mirov hatin cezakirin. Ev tîcaret pirtir di derbarê jin û keçan de ye.

Lê par problemeka nuh derket holê, ew jî êdî şandina zarokan ya ji bo Swêdê ye. Ev zarok tên şandin ku li Swêdê li kolan bigerin û parsê bixwazin. Tord Modin li Rikskriminalpolisen şefê beşa agahdarîyê ye û behsa vê problema nuh dike:

- Pir caran zarokên ku tên vira deyndar in, loma li vir li kolanan parsê dikin an li lokantan kar dikin, belkî bi salan bê meaş kar dikin bo ku deynê xwe bidin, lê ev deyn jî her sal mezintir dibe, dibêje Tord Modin.

Par ji bo ticareta mirovan li Swêdê 11 mirov hatin cezakirin û ev hejmar ji salên berê pirtir e. Sebebek vê yekê jî ew e ku polîs ji bo xebata xwe ya li dijî ticareta mirovan, di navbera salên 2004 û 2006 de, 30 mîlyon kron ekstra pere wergirtin.

- Mirovên ku sûc dikin cezayên di navbera 2 û 10 salan werdigirin, dibêje Tord Modin

Li gor Modin, pêşveçûna ticareta jinan 10 sal berî tunê bû. Li gor wî, sebebeka vê yekê jî globalizêkirina dunyayê ye. Lê her weha Modin dibêje:

- Swêd ji bo kesên ku tîcareta mirovan dikin cenet nîne; ji ber ku qanûnên me gelek dijwar in û karê ku li dijî vê ticaretê tê kirin baş dimeşe. Yanê, ez dikarim bêjim ku ev ticaret li vir heye û ev mesele ciddî ye, lê li welatên din ev problem mezintir e.

Kajsa Wahlberg, ev rapora nuh ya Daîreya Kriminal an tawankarîyê ya Polis amade kiriye. Her çiqes ku polis di xebata xwe ya li dijî ticareta mirovan de serkeftî bûye jî, Kajsa Wahlberg dibêje, hîn jî gelek zorî hene:

- Yek ji zorîyên me ev e, mirovên ku marûzê ticaretê bûne carna naxwazin bi polis re hevkarîyê bikin; ji ber ku ji bo ewlehîya xwe û mirovên xwe ditirisin. Her weha bawerîya wan bi wergerên ku polîs bi kar tîne tune ye. Mirovên ku tuşîye ticaretê bûne belkî bawer dikin ku werger dê agahîyên ku ew didin paşta bişîne welatên wan. Û wê çaxe paşdaçûna welêt dikare ji bo qurbanên ticaretê zehmetir bibe, dibêje Wahlberg.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".