Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Dûşem 10/12 2007

Hat weşandin måndag 10 december 2007 kl 17.41
Wêne: Firo Esmer

Di weşana îro de

Serokên şaredariyên li bakûrê Kurdistanê ji bo hevdîtinên hefteyekê, niha li Stockholmê ne

Di heyeta 11-kesî ya siyasetvanên Partiya Civaka Demokratîk DTPê de; şaredarê Qoserê Cîhan Sîncar, yê bajarê nû yê Amedê Firat Anli û yê Licê Şêxmûs Bayhan jî hene.

Ew weke mêvanên Partiya çep a Swêdê, Vänsterpartiet, li vir in û ewê bi sazî, dezgeh û partiyên Swêdî re rêzekê hevdîtin pêk bînin. Zana Serin

Îro galaya Nobelê bi muzik, şampanya û şahîyek mezin bi beşdarbûna qiral, û xwedîyên xelatan li konserthusetê li dar dikeve. Konserthuset dê bi 13 000 gulan were xemilandin. Wekî hersal dîsa gul ji bajarê Italya bi navê San Remo ku Alfred Nobel salên xweyên dawî lê derbas kirin hatine şandin. Xwedîyên xelatê ji roja Carsemê ve li Swêde, besdarî civînên çapemenîyê bûne û rîya îro pane. Xwedîyê Xelata edebîyatê Doris Lessing û xwedîyê xelata abori Leonid Hurvicz dê işev beşdarî ve gala mezin nebin. Doris Lessing ku 88 salî ye dê ji ber sebeba nexweşîyê  xelata xwe li Londonê bigre. Û Hurwicz jî 90 salî dê bi merasimeke mezin xelata xwe li Minneapolis bigre.

Kesekî din jî ku îsal nayê Swêd û besdarî galaya îşev nabe kecmîra Lillian e ku 92 salî ye, li gor daxûyanîya koşka qiral Lillian ji ber ku pîre nikare bê.

Îşev piştî ku madalja û diploma hatin belakirin dê mêvan bi hevre derbasî Blå hallen ya di avahîya şaredarîyede ye bibin. Dîsa li vir jî salona. Îsev dê çi were xwarin û vexwarin heta ku mêvan cîyê xwe li salona xwarinê negrin nayê eşkere kirin. Senem Alp

Hunermend Thore Skogman di dawîya hefteyê de wefat kir.Skogman li Swêdê gelek bi nav û deng bû. Sîlan Diljen

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".