Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

2007 12 11

Hat weşandin tisdag 11 december 2007 kl 16.04

Di weşana îro de

Daireaya koç  êdi westîyaye bavên  penaxwaz paşde bişîne ji bona ku zarokên wan li Siwêd hene û bikaribin carekî din wekî bav iltica bikin ji bona bizivirin Siwêd. Lê wê demek drêj bigre heta ev qayde were guhertin. Li gor qanuna divê penaxwaz berê paşde vegerin û carekî din ji ber sebeba malbatî iltica bikin. Berpirsîyarê giştî yê Migrationsverketê Dan Eliasson dibêj e -nepêwîste ku mirov malbata ji hev û din biqetîne. Loma jî Dan Eliasson ji hukumetê di meha cotmehê de dawxaz kirîye ku vê qanûnê biguhure. Lê niha kesek bi taybetê li ser vê pirsê nasekine û malbat berdewam ji hev diqetin. Eliasson hewil dide qayde neşkîne û bi awayekî alikarîya van kesan bike. Mîsal eger yek ji 6 meha zêdetir ji malbata xwe dur bikeve dikare iqame bistîne. Senem Alp

Hemû rojên hefteyê di navberna seat 5 heta 8ê êvarê bi wexta Swêdê, li ser frekansek ku nuha kanala MMC wesan dike, weşanek televizyonî li Stockholmê dest pê kiriye. Ev televîzyon ji bo kurdên kurdistana rojhilat bername pêşkeş dike. Kamîl Meresene yek ji berpirsîyarê weşana Newroz TV ye. Nasser Sina

Li Swêdê, par ji salên berê pirtir mirov ji bo ticareta morvan hatin ceza kirin, li gor rapora Daîreya Kriminal an tawankarî ya Polîs (Rikspoliskriminalen). Ev tîcaret pirtir di derbarê jin û keçan de ye. Lê par problemeka nuh derket holê, ew jî şandina zarokan ya ji bo Swêdê ye. Ev zarok ji bona ku li Swêdê, li kolan bigerin û parsê bikin tên şandin. Tord Modin li Rikskriminalpolisen şefê beşa agahdarîyê ye û behsa vê problema nuh dike: Silan Diljen

Mirovên bi hatinek kêm ya aborî û ku li welatekî derveyê Ewropayê hatiye dinê hêsantir fêrî qumarê dibe, bi ya lêkolînek ji Enstîtuya tenduristî ya Gel, Folkhälsoinstitutet. Zana Serin

Navberî,  kirin di nav ciwanên sûcdar de û qurbanên tawanbariya wan de kare tawanbariyê bi giştî kêmtir bike. Ev li gor lêkolîna zanistî ya swêdî ya yekem, di derbarê tesîra navberî kirinê de. Lorin Berzenci

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".