Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Pasaportên swêdî li Tirkîyê tên firotin

Hat weşandin onsdag 12 december 2007 kl 15.13

Li gor agahîyên ji konsolosxaneya swêdê ya li Stenbolê, pasaportên swêdî li Tirkyî tên firotin û dikevin destên penaxwaxên ku dixwazin bên bo Swêdê.

- Li gor konsolosxaneya swêdê ya li Stenbolê, îsal, hejmara pasaportên ku ji nû va hatine derxistin ji sedî 50 bilindtir bûye. Gelek ji van pasaportan demî ne. Loma dikevin şikê ku hemwelatîyên swêdî pasaportên xwe li Tirkyê difroşin mirovên ku ne hemwelatîyên swêdê ne û dixwazin li vir bi cîh bibin, dibêje Jan Sadek ji Wezareta Karûbarên Derve, Utrikesdepartmentet.

Lê gelo, ji bo piştrastkirina vê yekê îsbat an delîlên çawa hene?

- Di navbera polisê  Swêd û Tirkyê de hevkarîyek heye û polîsê Tirkye yê sînor çend car dest danîye ser pasaportên swêdî ku ketine destên mirovên ku ne xwedîyên wan pasaportan in, yanê ketine destên çewt. Ev mirov pirî caran îraqî ne, dibêje Sadek.

Dema ku pasaporta mirov wenda dibe, mirov vê yekê li ba polîs gilî dike. Û polîs pasaporta mirov radiwestinê ango betal dike ji bo ku nê bikaranîn. Lê mirovên ku pasaportên xwe difronşin, bi zanebûn, hema xeberê nadin polîs. Mirovên ku pasaport kirîne digihên Swêdê şûnde xeberê didin polîs. Wê çaxê êdî pasaporthatine bikaranîn. Paşê diçin ba konsolosxanê an polîs û dibêjin: ”Ez pasaportek nuh dixwazim”, li gor Jan Sadek.

Lê gelo, polîsê Swêdê çi dike, ji  bo ku pasaportên swêdî nekevin destên çewt? Patrik Pettersson di Yekîneya polîs ya li ser sînor, Gränspolisenheten, wekîlê şef e û behsa vê yekê dike:

- Par ji Hewlerê polîsekî sînor hat Swêdê û me ew fêrî belgeyên swêdî kir, yanê pasaportek swêdî çawa ye û mirov sextebûna wê çawa dikare kifş bike, dibêje Patrik Pettersson. Polîsê Swêdê dixwest îsal biçe bo Kurdistana başûr ji bo berdewama perwerdekirina polîsên îraqî.  Lê rewşa emînîyetê baş nebûye, dibêje Pettersson.

Li gor agahîyên rojnameya Svenska Dagbladet, her sal mîlyonek passaportên swêdî tên derxistin. Di derdora 35 000 ji van li derwayê welêt wenda dibin yan jî tên dizîn, li gor gilînameyan.

Polîs bawer dike ku bi hezaran pasaportên swêdî ji destnan dikevin destên din. Lê gelo, di derbarê derxistina pasaportên nuh de qanûna pasaporte ya swêdê çi dibêje ?

Staffan Tilling di Rêvêberîya Polîs ya giştî , Rikspolisstyrelsen, de kar dike: 

- Li gor qanûna pasaportê ya Swêdê, ku mirov pasaporta xwe wenda dike, mirov çend caran dikare pasaportek nuh derxe. Di vê derbarê de sînorek tune ye, yanî di nav salekê de mirov dikare çendîn caran yeka nuh derxe, ku astengî tunebin. Astengîyek tenê heye ku dikare problem derxe, ew jî ku ji bo tawankirinê ji mirov şik bê kirin, dibêje Tilling.

Lê polîs îro bi dataregisterek nuh kar dike bo ku bizanibin gelo, mirovekî çend caran pasaportek nuh xwestîye, ji ber ku ev agahi îro tunene, li gor Staffan Tilling.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".