Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Divê jin di xebata ji bo aştîê de cîyekî mezintir bigire

Hat weşandin torsdag 13 december 2007 kl 13.10

Her ku diçe pirtir welat kifş dikin ku jin di demên nakokîyan de ji bo aştîyê gelek girîng in. Neteweyên Yekgirtî (FN) daxuyanîyek pejirand. Li gor vê daxuyaniyê, dema ku mirov dixwaze nakokîyên cuda çareser bike, rola jinan divê mezintir bibe. Û ev daxuyanî, bi navê ”resulusyona 1325”, niha hêdî hêdî dighê encameka baş.

Neteweyên Yekgirtî projeyek bi navê Genderforce ava kiriye, û ev proje li ser pirsên jinan li nakokî û şerên navnetewî radiweste. Charlotte Isaksson bi vê ve mijûl e. Ew bi rêya Neteweyên Yekgirtî, FN, çûye Kongo li navendê Afrîkayê, û li gor wê beşdarbûna jinan ya di çareserkirina nakokîyên navnetewî de tayînker bûye:

- Jin divê di her gava proseseka aştîyê de beşdar bibe, wek mînak divê jin jî wek mêran agahiyan bigirin, dibêje Charlotte Isaksson.

Di dema şer de, bi teybetî jin û zarok di xeterê de ne. Û personalê ku bi van pirsan kar dike, wek mînak Charlottwe Isaksson, divê vê yekê bizanibe. Loma karê Neteweyên Yekgirtî yê di vê derbarê de her ku diçe xurtur dibe. Û Swêd di pirsên yeksanîyê de di nav Neteweyên Yekgirtî de bûye pêşeng.

Lê her çiqes ku li ser pirsa rola jinan ya li şer û prosesa aştîyê de agahî heye jî, di navbera zanyarî an teorî û praktikê de ferqek heye, li gor Isaksson.

- Ji bo ku ev ferqa di navbera praktîk û teorîyê dê kêmtir bibe, divê ew kesên ku di nav rêxistina me de kar dikin vê pirsê bastir fêm bikin, loma ev karê me divê gelek konkret be, dibêje Isaksson.

Lê gelo, karek konkret tê çi manê?

Isaksson dibêje: ”Divê em helwêstên personel bigorin, bo ku ew hîs bikin ku karê yeksanî her tim girîng e. Di karê min yê li Kongoyê de min kampanyaya agahî dest pê kir ji bo ku hevkarên min girîngîya pirsa jinan fêm bikin. Perwerde û dîyalog beşên giring in.

Piştî vê perwerde û agahîyê şef û hevkarên Isaksson gotin: “Em niha girîngîya karê yeksanîyë baştir fêm dikin”, û divê em vî karî dom bikin, dibêje Isaksson. Yanê helwestên wan hatin guhertin, li gor wê.

Û  ji bo ku tecrubeyên Isaksson yên ji Kongoyê posîtîf in, elbet ew bi xwe jî positîf e li hember guhertina helwestan:

- Ev nîşan dide ku guhertin mumkun in û wusa xuyaye ku pir zehmet jî nîne, me ev guhertin di nav 7 mehan de pêk anî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".