Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Polîs dê êdî qertên nasnameyê derxin

Hat weşandin tisdag 18 december 2007 kl 13.23

Her hefte bi sedan bîyanî an penaber dixwazin nasnameya, yanê id-korteka swêdî derxin. Mafê wan heye ku derxin, lê dîsa jî ji bo wan problem derdikevin. Loma di biharê de hûkûmeta swêdî komîsyonek tayîn kirinbû û niha encamên lêkolîna vê komîsyonê dîyar bûne.

- Li gor pêşnîyara me, divê sîstem û nasnameyek nuh bê çekirin û li gor wê, hemû kesên ku li Swêdê di nifûsê de hatine qeydkirin divê bikaribin karteka nasnameyê derxin, dibêje Per Virdestan, şefê komîsyonê.

Lê gelo, çima problem derdikeve, dema ku penaber dixwazin kartekê nasnameyê derxin?

Piştî ku mirovekî nasnameyek sexte derxist, û dezgeha ku jê re svensk kassaservice tê gotin, ji bo vê yekê sûcdar hat dîtin, de qerar da ku pirtir dîqet bikin û qaydeyan jî zehmettir bikin.

Li gor qeydeyên nuh, tenê merivekî/a nêzî mirov bi nasnameyek swêdî dikare bibe belgedar ango belgeyê bide. Lê carina merivên penaber yên ku nuh hatine bo Swêdê tune ne. Lê Svensk Kassaservice, ku nasnameyan amede dikin, dibêjin: ”Em divê berê her tiştî emnîyek bixin pêş. EEm divê bikaribin kontrol bikin, ku kontrolek baş neyê çêkirin, em nikarin nasname bidin xelkê”.

Lê wergirtina nasnameyeka swêdî ne tenê ji bo penaberan zehmet e, xwendekarên ji welatên din, lêkolïnerên mêvan û hemwelatîyên welatên Ewrupî ku dixwazin li vir kar bikin jî di vî warî de zehmetîyê dikşînin. 

Lê gelo sebeba vê yekê çi ye û ev problem çawa li ser jiyana wan têsirê dike? Hector Fernandez ji vê yekê agahdar e. Gelek belgeyên wî hene, lê belgeya qeyda nifûsê, yanî personbevis û raporên din bes nakin ji bo wergirtina nasnameya swêdî. Hector ji Kubayê ye û îzna xwe ya rûniştinê salek berê wergirt. Û heyvek piştî wê xwest nasnameyeka swêdî, yanî ID-kort, derxe, çê nebû. Hector hem gelek xemgîn bû û hem jî aciz bû.

Lê li gor rapora encamê ya komîsyona ku li ser pirsa karta nasnameyê, ango id-kort lêkolîn kirîye, Hector Fernandez dikare nasnameyekê derxe.

Ev karta nasname ya nuh ku Per Virdesten behs dike, ne tenê ji bo hemwelatîyên swêdê ye, lê her weha ji bo mirovên ku qeyda wan ya nifûsê li vir e û 16 salîya xwe tijî kirine ye jî, dibêje Virdesten:

Û polîs dê vê qerta nuh derxe, ne Svensk kassa service, lê ji bo ku polîs bikaribe vê guhertîne bike rutîn û beşek ji xebata xwe, divê mirov heta 1ê çilêya paşin a 2009an bipê, dibêje Per Virdestan, lê ku ev îmkan bikaribe hîn zutir bi cîh bibe elbet baştir e, li gor wî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".